
Hişê hegemonîk û pêvajoya çareseriyê
Kurdên ku ‘’aştî’’ di çarçoveya ‘’civaka demokratîk’’ de, di ‘’siyaseta demokratîk’’ de qebûl kirine, siyaseta wesayet û zenaatkarî qebûl nakin. Kurd, azadiya Rêber Abdullah Ocalan, mercê nebe nabe dibînin.


Kurdên ku ‘’aştî’’ di çarçoveya ‘’civaka demokratîk’’ de, di ‘’siyaseta demokratîk’’ de qebûl kirine, siyaseta wesayet û zenaatkarî qebûl nakin. Kurd, azadiya Rêber Abdullah Ocalan, mercê nebe nabe dibînin.

Cîhan şahid e; dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê çûne ber lingê Rêber Abdullah Ocalan; ew weke muxatabê sereke û sermuzakevanê çareseriya pirsa kurdî, qebûl kirin. Rêber Apo jî, Tevgera Azadiya Kurdî, gel û saziyên kurdî gavên pêwîst avêtin. Lê sal û nîv e hêj tecrîda li ser Rêber Apo, didome.

Rêber Apo, sosyalîzmeke ku xwe dispêrê netewe-dewletê naparêze û naxwaze. Berovajî wê, komara demokratîk dixwaze. Komara demokrtaîk, di nav xwe de gel, bawerî, ziman û çandên cuda diparêze, bi destûrnameya demokratîk jî mafên wan misoger dike. Rêber Apo desthilatdariya Sovyetistanê jî dişibîne ‘Dewleta Rahîbên Sumeran’ û dibêje; YE demokratîk dibe, eger Tirkiye demokratîk bibe wê Tevgera Azadiya Kurdî jî demokratîk bibe.

Rêber Abdullah Ocalan, bi banga 27ê Sibata 2025an a “Aştî û Civaka Demokratîk”, deriyek vekir û xwest ku birînên sedsalî derman bike. Rêber Apo destnîşan kir ku ”aqil”, ji bo dewletan, ji bo civakan jî yek e.

Mijara me jî “şoreşa medyayê” ye û em ê di “etîkên gerdûnî” de, behsa hin metirsiyên kategorîk, frekansên kujerî û encama siyaseta “terîqeta tarî” bikin. Tevgera Azadiya Kurdî-PKKê, ji bo ku dikaribe, birînên civakî, populerîteya hişmendî ya kurdan bike pratîkê, dest bi avakirina saziyên medyayê kir.

Pêvejoya “Aştî û Civaka Dmokratîk”, hem hêrîvandina bend û seda li pêşiya herka çemê dîrokê ye; hem berteref kirina jiyana koletiya spî û kolonyalîst ya netewe-dewletan e. Germahî û pêçana girê Newrozê û rengîniya hermanîk a foklora kurdî ye.

Rastiya Kurdistanê, di dîroka nîvsedsalê de veşartî ye. Tevgera Azadiya Kurd, PKK jî dîrokek nû nîvîsî û navê vê dîrokê jî hebûn e, nasname ye, nexşeyek nû û Newroza azadiyê ye.

Dîrok jî şahidiyê dike ku diyalektîka hişmendiyê, bûye bingeha têkoşîn û berxwedanên biçûk û mezin.

Li Tirkiyeyê, îdeolojiya fermî serdest e, vegotinên şoreşên ji zanistê dûr dikin benîştê devê xwe. Sed sal in, civaka tirk û civakên li Tirkiyeyê bi vî rengî dixapînin. Perwerdehiya pençîk a dibistana enderûnê ku bûye çavkaniya dewşirmetiyê, bingeha perwerdehiya neteweyî ye, ‘bikaranîna şewqê‘ weke şoreşê bi nav dike.

Mêjiyê siyasetmedarên her du dewletan jî, manîfestoyên “kebîr” û “kubra”yê dîroka fermî diafirînin. Du gunehkariyên ku hev temam dikin û “kevirê xitmê” yê avaniya sîstemê ne. Kurd, ji bo mirovên wisa dibêjin “meşka derewan”.

Piştî 27 salan û pêşketinên li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û Suriyeyê ‘çilp tazî’ hatiye fêmkirin ku, komploya navneteweyî, di kesayeta Rêber Apo de, li dijî gelê kurd, ji aliyê Amerîka û Ewropaya modern ve hat kirin. Ji şerê 2yemîn ê cîhanê û vir ve hişmendiya Amerîka ‘’atom e’’, Ewropaya modern jî, û nikare ji vê hêza atomîk gavekê zêdetir biçe.

Em vegerin ser mijara paradoks a tarî. Pirs ev e, ‘Komara Mahabadê çima hat rûxandin?’ Bersiva wê rewşa îro ya kurdan û mecbûriyeta li pêşiya kurdan nîşan dide. Bersiva pirsê, ji bo kurdan derseke mezin e!

Mirovên kurd, ji mirovên cîhanê cuda ne û ji civaka xwe nayên şûştin. Civaka kurd, her çiqas qenc û xerabên xwe ji hev veşêre jî, piştî demekê tevlihev dike. Gelek caran cih diguherin, qenc xerab dibin, xerab qenc dibin! Mixabin heta îro, otobiyografiya mirovên kurd nehatiye nivîsandin.

Berxwedana kurdan, wê bibe ji nû ve avakirina hiş û aqilê civakan û vê carê jî bi serketinek siyasî û civakî wê jiyana birûmet tacîdar bibe.

Eger xerabî, nebaşî û hovîtî, nexweşiyek be divê were tedawîkirin. Ev pirsgirêkek cîhanî ye û em dibînin ku pêşî rayedarên dewletan “kîn”ê vedireşin, piştre çeteyên paramîlîter û tîmên taybet dikevin nav liv û tevgerê, bênderên laşên mirovan, wêraniya gund û bajaran li pey xwe dihêlin.

Şerê Tevgera Azadiya Kurdî, hem di aliyê çarenûsa gelan de, hem di aliyê ragihandina azad de mîladek e… Medyaya Kurdî ya Azad, di destpêka salên 1990î de bi pêş ket û xwe ji xweliya xwe afirand… Gelek zor û zehmetî dîtin; rojnemavan û kesên rojname belav dikirin jî, weke mîlîtanên çapemeniya azad kar kirin û berdêl dan. Lê etîkên rojnamevanî û çapemeniyê bi cîhanê dan xwendin.

Abdullah Ocalan, bi înîsiyatîfek dîrokî rabû, banga “aştî û civaka demokartîk” kir. Ev bang tê wateya vegera hişmendiya Sokrates û gihîştina felsefeya serdama civakî û jinûveavakirina sosyolojiya ku dikare pirsgirêkên gelan çareser bike.

Ji îro û pê de, em ê ne gilî û gazind, bi fikr-î muqaddes û fikr-î azadî Kurdistan, her hefte bi hevre bin.

Cîhan, dipişta ewrekî tarî de tê girtin. Ji berdêla girêkên kor werin vekirin, bêhtir têne şidandin, hêzên çekdar jî bi “emr-î yewmiye” tevdigerin.
Yek ji stunên bingehîn ê Al-î Osmanî, dewşîrmeyên yenîçerî bûn. Yenîçerî, zarokên ku di êrîşên talan û wêrankirina li Balkanan dihatin revandin in. Goriya yenîçerî, ji du gornan pêk tê.

Komara Tirkiyê sedsaliya avakirina dewletê, bi debdebeyek ku Erdoganê epîlepsîk li pêş bû pîroz kir. Sed salên bi xwîn hene. Komara Tirkiyê, ji bilî 4 salan di wateya komarê de, tevnegeriya ye.

Di 18’ê Mijdarê wê Meşa Gemlîkê bê li dar xistin. Meşa Gemlîkê, tenê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş çênabe, Ji bo mahkumkirina...

Ev sernavê dîroka Komara Tirkiyeyê ye. Ji komkujiyan, ji 4an yek hatiye eşkere kirin, 3 pare di belge û kanunên veşartî de winda ne.
Du 50 sal, norm û kodên di van du 50 salan de derketine hole, ji hev cûda ne. Ji bo vê jî dive em ezberên xwe deynin aliyekî.