Medya kurdî ya azad oksîjena gel e
Mijara me jî “şoreşa medyayê” ye û em ê di “etîkên gerdûnî” de, behsa hin metirsiyên kategorîk, frekansên kujerî û encama siyaseta “terîqeta tarî” bikin. Tevgera Azadiya Kurdî-PKKê, ji bo ku dikaribe, birînên civakî, populerîteya hişmendî ya kurdan bike pratîkê, dest bi avakirina saziyên medyayê kir.

Dema haqîqetê nîne, kurdan, ev dema heqîqetê zû zevt nekir. Haqiqet-rastî, bi çi û çawa tê bidestxistin? Bersiva pirsê bêguman MEDYA ye, amûrên ragihandinê ne. Ji bo vê jî diviyabû li Tirkiyeyê hemû “xetên fayê” ku li pêşiya kurdan hatine avakirin, ji holê werin rakirin.
Feylesofê Îngilistanê, John Stuart Mill, di pirtûka “Derbarê Azadiyê de” dibêje; “Ji bo bindestan heqîqet nîne; ji bo rastmal jî, hejmara zêde-piranî, yanî gel ne girîng e!” Ev gotin, cureyekî “nîrê koletiya Misirê” ye û gelê kurd, ji sed salî bêhtir e di bin vî nîrî de dinale.
Sebra kurdan nebû û di her serdemê de li dijî her cure neheqî û zordestiyê li ber xwe da. Mixabin wan nîrê koletiyê neşikand. Piştî gelek qirkirinan, li Dêrsimê toza kimyewî hat bikaranîn û bi têkçûna berxwedana Agiriyê re, kurd û xeyalên Kurdistanê di “gora betonî” de hatin veşartin.
Beriya 128 salan Mîkdad Mîdhat Bedrixan, di 22ê nîsana 1898an de, li Kahîreyê rojnameya KURDISTAN derxist û li heqîqeta Kurdistanê xwedî derket. Kahîre ne Kurdistan bû, ne paytexta Împeretoriya Osmanî jî bû. Girêdayî Xanedaniya Osmaniyan bû, lê ji paytext Stenbolê demoktrattir bû. Îro jî, Amed, Qamişlo û Mahabad, ji paytext Enqereyê demokrattir in.
Hasil-î kelam; rewşa li bakurê Kurdistanê, ya li çar parçeyên din ên Kurdistanê, çerenûsa gelê kurd ji hev cuda nebû. Mînaka herî baş jî Komara Mahabadê ye! Komara Mahabadê, di 22ê Çileya 1946an de hate damezrandin, bi zora Amerîka ya li ser Rusyayê, di 17ê kanûna 1946an de têk çû. Ev rewşek dramatîk bû û helwesta siyasî ya li dijî gelê kurd nîşan dide. Berjewendiyên bazirganî û siyasî di ser mefên mirovan, mafên gelan re ne; hiqûqa gerdûnî, mafên xwezayî û demokrasî tune têne hesibandin.
Dema mafên demokratîk nebin, heqîqet-rastî jî ji holê radibe. Bi gotina feylesofê amerîkî John Keane; “Îdeolojiyên fermî xeşîmên tarî ne, qanûnên wan jî, ji exlaq û nirxên civakî dûr in, mafê ragihandin û bidestxistina agahiyan jî nîne.” Vêca zihniyeta Îttîhat û Terakkî, îdeoljiya wan, ku bû bingaha dewleta tirk, “kast”îk e, “terîqetek tarî” ye; maf, heq, hiqûq, demokrasî li ser “xetên fayê“ hûnandin.
Îdealên ku digotin “modern”in, bi êrişên çeprast, bi siyaseta înkar û tunekirinê heqîqet-rastî kuştin. Ragihandinên asparagas, mandelekirina sansasyonal û yek alî domandin. Fetîşîzma “al”ê, “dewlet”, û “neslê tirk”, bi efsaneyên kozmîk mezin kirin û di mêjiyan de kolan. Vê rewşa kambax û dijwar, di dîroka kurdan de valahiyên mezin, di civaka kurd de birînên kûr û dijwar derxistin holê.
Ev rewşa kambax, heta fişeka pêşî ku PKK, di 15ê tebaxa 1984an de, li Erûh û Şemzînanê teqand dewam kir. PKKê, bi têkoşîna xwe valahiyên dîrokê dagirtin, neşter li birîna bedena kurdî da. Di aliyê çand û wêjeyî de jî, bû bingeha “forum”ekê û li hemberî sîstema “terîqata tarî”, hişmendiyeke nû, demokratîk derxist holê. Îdeolojiya fermî parçe kir, rêya diyalektîka hişmendiya civakî vekir. Di aliyê eskerî de jî performansek mezin hate bidestxistin.
Têkoşîna nîv sedsalî, pênc, şoreşên dîrokî derxistin holê; eskerî, medya, sosyolojîk, jin, îdeolojîk!
Mijara me jî “şoreşa medyayê” ye û em ê di “etîkên gerdûnî” de, behsa hin metirsiyên kategorîk, frekansên kujerî û encama siyaseta “terîqeta tarî” bikin. Tevgera Azadiya Kurdî-PKKê, ji bo ku dikaribe, birînên civakî, populerîteya hişmendî ya kurdan bike pratîkê, dest bi avakirina saziyên medyayê kir. Ev gava dîrokî, “ne defacto” bû, pêdiviyek jiyanî bû û vekirina rêya demokrasiya kulturî bû. Li cîhanê, berpirsyariya mirovî, di aliyê etîk û felsefî de dihate nîqaşkirin, li Tirkiyeyê, mixabin ev etîk û felsefe, bi îdeolojiya fermî dihate kuştin. Rastiya sed û deh salan ku bibû laboratuara bûyerên drametîk û qirêj, ji bo vê jî, pêwistî bi mekanîzmeya ragihandin û aşkerekirina bûyerên di laboratuarê de hebû.
Medyaya kurdî jî dihate wateya ku gel wê rastiyan bibîne û ew bixwe biryarê bide. Bi taybetî, piştî ku di sala 1995an de, MED TV hate vekirin, di popûlarîteya civakê de pêşketinên mezin çêbûn. Vê jî, mîratzedeyên “terîqeta tarî” kir nav tirseke mezin; ji bo kuştina heqîqet-rastiyê, kuştinên çeprast zêde kirin. Ne tenê kedkarên medyaya kurdî, avaniyên medyaya kurdî jî bombe kirin. Mînak; di 25ê hezîrana 1991ê de li kolana Inonuyê, avaniya Komeleya Mafên Mirovan, Kovara Ozgur Halak, Medya Guneşî û Kovara Deng bombe kirin.
Di encama sûîkastên çeprast de, bi dev û destê dewleta tirk, hejmarek zêde ku mînak û menendê wê li cîhanê û di ti şeran de nehatine dîtin, rojnamevanên kurd hatin şehîd kirin. Mîratzedeyên Îttîhat û Terakkiyê bêyî bêhna xwînê nikarin bijîn û dijminê mêjiyên demokratîk in. Lewma kuştina rojnamevanên kurd, dihate wateya kuştina mêjiyê demokratîk. Dîsa jî, medyaya kurdî, bi pêşengiya PKKê, bi pêşbînî û felsefeya Rêber Apo, li mişextiyê-sirgûnê jî be “Platza Medyaya Kurdî” hate avakirin. Rojnamevanên kurd, li her cih û warî, di bin mercên herî giran de, pênûsa hempîşeyên xwe yên şehîd li erdê nehişt; îro artêşek ji rojnamevanên kurd heye ku di medyaya azad de kar dikin û li pey heqîqetê digerin.
Gelek kes, gotina “medyaya azad” red dikin, yan jî rexne dikin. Ev ne rast e! Li cîhanê jî “medyaya azad” heye; lê medyaya azad a kurdî ji ya cîhanê cuda ye. Medyaya azad a li cîhanê li paytextên dewletan e û desteka reklam, boyax, kaxiz, elektrîka erzan û teknolojîk dibînin. Lê medyaya azad a kurdî, tenê ji gel destekê werdigire.
Yek ji xalên girîng jî ew ku, medyaya kurdî ya azad, îro weke hêzeke civakî û demokratîk derketiye holê, pêşiya bûyerên sansasyonel, nûçeyên asparagas û agahiyên ku jeneretorên derewan belav dikin bûye bendeke mezin.
Medya kurdî ya azad, li hemberî her cure kiryarên dramatîk û negatîf, bûye oksîjena gelê kurd; li hemberî hêza dewletê, weke hêza sivîl, bi diyalektîka hişmendiya civakî derketiye holê.


