Sosyolojiya Kurdistanê û Serok Apo
Dîrok jî şahidiyê dike ku diyalektîka hişmendiyê, bûye bingeha têkoşîn û berxwedanên biçûk û mezin.

Şer, dîwarên zilmê naherifîne, bêhtir bilind û saxlem dike. Ev dîwar gelan dîl digire. Em di serdemeke wisa de dijîn, şerê li Rojhilata Navîn jî her diçe berfereh dibe. Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ziyanek-xisarek kurewî derdixe û psîkolojiya civakan xerab dike. Sosyolojiya diyalektîkê xerab dike.
Li hemberî vê xerabiya global, gelê kurd hişmendiya diyalektîkê zemt kiriye. Neşîdeyên azadiyê dixwîne. Newroza îsal, li welat û derveyî welat mînaka vê rastiyê ye. Ezmûnên dîrokî û şerê nîvsedsalî gelek tişt fêrî me kirin. Em dizanin ku dîroka hişmendiya mirovahiyê gelekî kevin e. Di van serdemên demdirêj de, gelek şagirtên hişmendiya dîrokê derketin holê û xizmet kirin. Van şagirtan, karên xwe, di radeya tewafa heq-hiqûq, maf, azadî û demokrasiyê de kirin, li hemberî hişmendiya sosyolojîk bi rêz tevgeriyan û ev hiş û raman lanse kirin.
Bi taybetî zanistên serdema navendî, bayekî “aqil” balivand, hişmendiya sosyolojîk ji mij û moranê rizgar kir. Kakilê kevneperestî û xeşîmtiyê şikand. Zanistên weke Gîordano Bûrûno, jina bi navê Hypatia û gelek kesên din, ji ber “bayê aqil” hatin şewitandin.
Cîhana misilman jî, di aliyê kuştina zanist-muneccîm, muderrîs-aliman de xwedî dîrokek qirêj e. Li Erebistana Siûdî, alimê navdar Nimr Bakir ji ber gotina xwe ya ‘ji berdêla çekan, divê gotin biqîrin’ hat kuştin. Hallaci Mansûr, ji sedema ku wek berdevkê heq û heqanetê derket pêş, bi awayekî dehşetengîz hat kuştin. Li Tirkiyeyê jî alimê mezin Hatif Hoca ji ber ku li dijî bikaranina “şifqe”yê derket, 4ê sibata 1926an, hat darvekirin û hwd…
Mirovên xwediyê aqilê serdest, bi hişmendiya diyalektîkê derdikevin holê; serdem û klîmatan di radeya neynika şeş-goşeyî de dinirxînin, bandorê li mêjiyê mirovan dikin û ahenga rastiyan ava dikin. Bi saya wan mirovan, îro, em pozîtîvîzm, sosyalîzm, rastî-heqîqetê, demokrasî, hiqûq û edaletê diaxivin.
Dîrok jî şahidiyê dike ku diyalektîka hişmendiyê, bûye bingeha têkoşîn û berxwedanên biçûk û mezin.
Li erdnîgariya Kurdistanê jî, grafîkek di seyra dem û klîmatên balkêş de, li hev pêçayî û xerboqî heye. ‘Xerboq’ tê wateya girêka kor. Bêyî nirxandin û şîrovekirina rewşa xerboqî, xwendina diyalektîka hişmendiya tevgerên kurdî jî zor e. Dijmin rastî û amûrên rastiya van tevgeran tarûmar kirine; ji bo vê jî lihevkirinek otobiyografîk derneketiye holê. Li pêşiya kurdan gelek duryan û çaryan hene, pêşeng û lehengên berxwedanên berê, ev rê û şivîle ji hev neveşartine.
Lewma min mînaka ‘xerboqî’ da.
Îro jî, em dibînin ku gelek akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, yanî “ehl-î kelam” û “ehl-î raman”, di çarçoveyek ji silsiliya hişmendiya sosyolîk a Kurdistanê dûr tevdigerin.
Bi taybetî piştî pêngava“Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêbar Abdullah Ocalan, di 27ê sibata 2025an de, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê da destpêkirin; gelek kesan manîfestoyên nû, projeyên bi kehanetên kompleksî dagirtî danîn holê. Di demeke ku diyalektîka Kurdistanê, sînorên peymana Saykes-Pîkot parçe kir; hêza atomîk ku weke sosyolojiya Amerîkayê tê binavkirin, kişandin arena pirsgirêka kurdî, ev kehanetên bêyom derketin holê.
Pirsa ‘gelo çima ev kehanet beriya niha dernediketin holê’ tê hişê mirov. Ev menîdar e!
Em hinekî din dasa xwe fireh biavêjin û mera xwe kûr lêbidin; Rêber Abdullah Ocalan, diyalektîka hişmendiya Ewropayê, zanînên wan ên cîhanê li ber çavan girtin. Bi disîplîneke civaknasî û têgihîştinek dîrokî rewşa siyasî, dîrokî, etnîkî, olî û civakî ya li Rojhilata Navîn nirxandiye. Da xuyakirin ku, sosyolojiya Kurdistanê, ya Anatolyayê, ya Blad EL Şam (Suriyeya îro), ya Nînovayê (Iraqa îro), ya Acemistanê (Îrana Îro) weke hev in û sosyolojiya gelên cîhanê cuda ye. Ji bo vê jî diyalektîka hişmendiya sosyolojîk, ji têkiliyên beşerî cuda kir.
Bi vî rengî, siyaset, civaknasî, wêje, ol û baweriyên li Rojhilata Navîn, ji anatomiya felc rizgar kir. Eger em Gandhî cuda bikin; heta îro, pêşengekî din, ji bo tedawîkirina “felc“a civakên cuda “cehd” nekiriye, projeyek cîhanşimûlî dananiye holê. Ji bo vê jî biryarên Rêber Abdullah Ocalan gelek kesan aciz dike. Ev neheqî ye û mirov nikare tenê di anomiya ansîklopedîk û stranên klasîk de nêzîkê paradigmeya Abdullah Ocalan bibe. Ev paradîgma xeta agir e û ji kesî jî hêvî nake, yan jî kesî mecbûr nake ku bibe Îbrahîm. (2)
Di rastiya şerê nîvsedsalî de, nasnameyek, dîrokek, diyalektîka hişmendiya Kurdistanê hatin zemtkirin. Di aliyê rewşenbîrî, siyasî, civakî, wêjeyî, medya û pîrtûkan de rêkûpêkiyek metodîk jî derkete holê. Ev rastî nikare bê înkarkirin.
Divê were dîtin û fêmkirin ku ev pêşketin, ev destkeftî ne “revizyon“ in. Jixwe balkêş e, piştî berxwedanên kurdan, dijminan jî revizyon nekirin, bervajî wê, tunekirin dijwar kirin. Ji bo vê jî Rêber Abdullah Ocalan, tesadûf, revizyon, şans û qeder mulga kirin. Maseyek danî holê û pêvejoya “Aştî û Civaka Demokratîk” danî serê wê; weke hesabpirsînek dîrokî û sosyolojîk pirsa kurdî kir rojevê. Ji bo vê jî nîqaşek derket holê. Ev nîqaş di navbera tirk û kurdan de, di navebra tirkan de û di navbera kurdan de dewam dike.
Ev hesabpirsîn jî tenê ji Tirkiyeyê nîne, ji sîstema netewe-dewletê, ji wê aqil-hişmendiyê ye ku sosyolojî berevajî kiriye.
Eger Rêber Apo behsa ‘sosyolojiya pozîtîvîst’ dike û dibêje ‘netewe-dewlet, di radeya xwedadîtiyê de tê pîrozkirin’. Em di cîhanekê de dijîn ku bi dehşetengîzî hatiye tengkirin. (..) Ez weke şexs, di bin rima xwedawendekî serdemên kevin de, ji jiyana îro ya xwedatiya netewe-dewletê watedartir dibînim. Divê mirov rûnê û bifikire. (3) Divê mirov bizanibe ku, Apo, cîhanek xeşîm, Kurdistaneke dîlgirtî, gelekî wek pez, bê pirtûk, bê rexne û rexnegir, bê rêxisintînî, bê parastin naxwaze.
Vêca, pêşengê sosyolojiyê A. Comte jî di nav de, Durkheîm, Marx, Pareto, Weber û hwd. sosyolojiyê weke zanisteke taybet û sîstematîk li ser wê sekinîne. Lê modernîteya kapîtalîst, ev hiş û raman tev dîl girtin, bi kar anîn û îro weke diyalektîka Amerîkayê derketiye pêş. Ev dîlgirtin peyda bû, piştî bombaya atomê ya li Nagasakî û Hîroşîmayê hat avêtin. Aqilê serdest jî, mirovahî jî azad nebû.
Rêber Abdullah Ocalan, di hişmendiya diyalektîka Kurdistanê de, gavek cuda avêt; dîrok weke dayika hemû zanistan bi nav kir. Sosyolojî, soyalîzm, pozîtîvîzm, endustriyalîzm têkildarî hev kirin û di pirsa jinê de danî holê. Ev tez, bi aforîzmeyên cuda xurt û bi hêz kir. Di serdema me de jî em dibînin ku, demokrasî jî, soyolojî jî hatiye parçekirin. Soyolojiya Amerîkayê, di hişmendiya Erebistana Siûdiyê de jî, di hişmendiya Mollayên Îranê de jî xuya dibe. Ev şikandina dergûşa şaristaniyan e, berterefkirina şexsiyet-kesayeta civak û olan e.
Rêber Apo, parçekirina sosyolojiyên olî, bi Peymana Medîneyê mehkûm dike. Soyalîzma reel-pêkhatî di jiyana komunal û konfederal-civaka demokratîk de mehkûm dike; şer û teknolojiya ji bo bazirganên şer red dike.
Divê şaş neyê fêhmkirin; Rêber Abdullah Ocalan, sosyologên sedsala navîn, bi sosyolojî kirine mertalê sîstemê sûcdar nake. Ew siyaset û sîstema modernîteya kapîtalîst û netewe-dewletê sûcdar dike. Yanî hukumraniya “mutleq” ya netewe-dewletê dike bin lêpirsînê.
Navê pêvejoya ku daye destpêkirin jî di vê wateyê de ye. Fikir û rêbaz daniye holê û ji gel dixwaze ku ew bixwe,bibe rêzanê xwe, bibe hemderdê xwe, diyalogan xurt bike, bi rêxistiniyek xurt hêza xwe nîşan bide, berjewendiyên xwe biparêze. Navê vê jî têkoşîna siyasî, hiqûqî û civakî ye. Di vê têkoşînê de gihiştina “modernîteya demokratîk” armanc e.
Bi vî rengî, revÎzyona “kategorîk” a sîstema kapîtalÎst û qanûnên ku objektîfiya diyalektîka hişmendiya gelan kor dike, bi temamî red dike.
1- Simon Proudhon, bi pirtûka “Di Şikefta Tarî de”…
2- Rewşek anormal û ji rêbazên sosyolîk dûr…
3- Abdullah Ocalan, Sosyolojiya Azadiyê, Rp. 150


