PKKê, çi da gelê kurd
Rastiya Kurdistanê, di dîroka nîvsedsalê de veşartî ye. Tevgera Azadiya Kurd, PKK jî dîrokek nû nîvîsî û navê vê dîrokê jî hebûn e, nasname ye, nexşeyek nû û Newroza azadiyê ye.

Rastiya Kurdistanê, di dîroka nîvsedsalê de veşartî ye. Tevgera Azadiya Kurd, PKK jî dîrokek nû nîvîsî û navê vê dîrokê jî hebûn e, nasname ye, nexşeyek nû û Newroza azadiyê ye.
Newroza azadiyê bûye hafizeya nû ya gelê kurk. Vê hafizeyê, di bedena kurd de sosyolojiyek nû avakiriye, divê em li gorî vê sosyolojiyê nêzîkî pirgirêkan û çareseriyê bibin. Ez behsa “muhasebeyk“ nû nakim, lê dixwazim balê bikişînim ser dîrok û mîlada hafizeya nû.
Hafizeya nû ya gelê kurd, ji parçekirina “gora betonî“ dest pê dike. Piştî têkçûna Berxwedana Agirî, “gora betonî“ hate amade kirin. kurd û xeyalên Kurdistanê di vê gorê hatin metfûn kirin. Dibêjin, dîrok koma bûyeran e. Li hemberî vê gotinê, divê pirsa “gelo her bûyer dîrok e” werê kirin û kurd vê pirsê dikin. Ji ber ku hin bûyer hene ku hafizeya civakan qolincî dikin. Ev qolinc, di nava demê de dibina ta mirinê. Dermanê vê qolinc û ta mirinê, lêkolîn kirin û nirxandina bûyeran e. Ji bo lêkolîn kirin û nirxandina bûyeran jî, lêgerîn û organîzasyon lazim e.
Tevgera Azadiya Kurd, PKK û Rêber Apo, ev lêgerîn û organîzasyon, dîsîplîne kirin; nêrîna bi berçavikên tarî guhertin. Ev navê “şoreşa demê“ ye, di aliyê diyalektîka hişmendiyê de, di aliyê sosyolojîk, wêjeyî û siyasî de guhertinên ciddî ne. Eger organîzasyona dîsîplînî nebe, ev guhertin çênabin, hafizeya civakî jî parçebûyî, şikestî, kûloke û xam dimîne, aliyekî wê jî pûç û evnikî dibe. Ev jî di civakan de êşkenceya derûnî, bi qahir, ax û of çêdike.
Beriya ku em mijarê hinekî vekin, dixwazim behsa bîranineke xwe bikim: Ev bîranîn derbarê bûyerên “nekrofîlî“, ku di serdema, amadekirina “gora betonî“ û “metfun kirina“ xeyalên kurd û Kurdistanê de çêbûne û rê li ber êşkenceya derûnî vekirine mînak e.
Sal 1965-67 bû, ez surgûnî gundekî girêdayî navçeya Burdur Tefennî kirim. Dostê hêja dîrokzan Ihsan Çolemêrgî jî surgûnî gunderkî din yên navçeyê kiribûn. Me li wir hev nas kir. Her rojên duşemê qeymeqamê navçeyê, ez û Çolemêrgî kontrol dikirin, dinêrî, gelo em “marşa neteweyî“ bi zarokan didine xwendin an na.
Min li navçeyê bazirganê “tutun“ê Qasim Axa nas kir. Piştî ku min derbarê bazirganiya wî û gundiyên tutunê diçandin de hevpeyvinek pê re kir, min bihîst ku ew di dema berxwedana Şêx Seîd de esker bû. Min jê pirsî, got “Rast e, piştî şikestina Şêx Seîd, talana li nava Amedê li me qedexe kirin, ya li gundan û derdoran sebest kirin. Me ev serbestî weke firset dît, em du-sê esker bi hev re derdiketin nêçîra mirovan, a jinan.“ Dema gotina “nêçîra jinan“ ji devê wî derket, wek zimanê xwe gez bike rawestiya, li min nêrî û gotin guhert.
Lê gotin ji devê wî derketibû û nema dikaribû paş de vegerîne; gotinên wî jî di bêndera mêjiyê min de bû quncir, min pîr kir, lê jibîrnekir.
Piştî bi salan apê Dr. Îsmet Ferho, li şehîtgeha Helebceyê, behsa dîroka kurdan û bûyerên “nekrofîlî“ (1) kir û got; Esseh pirtûkên Erîch Fromm bixwîne. (2) Min xwendin û di her hevokên nivîskar de, ez, hinekî din nêzîkî paradigmeya Abdullah Ocalan, ku bûye “ehliyetname“ya paşerojên azad bûm. Min got, paradigmeya Ocalan, bi qasî Erîch Fromm û Ferud, “Hişmendiya giyanê şikestî“ zindî dike. Kurdistan zindan bû, mafê jiyanê ji gelê kurd hatibû haramkirin; kurd û xeyalên Kurdîstanê di gora betonî de metfun kiribûn. Ji xwê Rêber Apo dibêje; Mirovên ji dest û lingan hatibûn kirin, yanî li darî çavan mirov hebûn, lê ji her tiştî hatibûn bêpar kirin û qut kirin“ (3). Ev jî tê wateya saxên mirî; tê wateya felckirina bedenî, di aliyê mêjî de sewesîbûn û tunebûnê.
Vêce, zihniyeta “patrîarkal“ ya li herêmê, faşîzma desthilatdarên mîratzedeyên Îttîhat û Terakkî li Tirkiyeyê; kiryarên sedsalî, bi destê romiyan, burokrasî û axayên romî, qançor, bac û bêş, raporên taybet û dadgehên taybet, di gotinên Qasim Axa de veşertî bûn. Teva jî bûbûne çavkaniya bûyerên nekrofîlî! Bûyerên sedsalî li Kurdistanê jî, didine xuyakirin ku her buyer, bûne sedema girankirina pirsgirêkan. Hêzên totalîter jî, siyaseta înkar û tunekirinê dijwar û fereh kirine.
Têkoşîna nîvsedsalî bû vejîn. Vejîn “salhane û sulhhane“ ye, plansaziya tenduristiya derûnî ye, ji nû de afirandin e; pêkanîna hunerê civakek şoreşger û têkoşer e… Vê jî li Kurdistanê şoreşek hişmendî, bedenî, ferhengî û civakî çêkiriye. Mînaka vê rastiyê di pîrozbahiyên Newroza îsal de xuya kir.
Berê, di dema zarokatiya me de, Newroz, di wateya ger û geşte de mabû. Weke feylesofê Frensî, P. J. Proudon dibêje; “dewletê, hişe û raman, hest û cest û hebûna Kurd fetisandibû. Piştî ku Mazlum Dogan bi bedena xwe agirek pêxist, gelê, ew weke şehîdê azadiyê û Kawayê hemdem bi nav kir. Agirê bedena wî jî weke agirê Newroza serdemê qebûl kir.
Ji bo vê jî, rojên 21 û 28 Adarê, weke ”Hefteya Lehengiyê“ bi nav kirin û bû dîroka ronahiya li dijî
Taritiyê. Lewma agirê Newroza serdema me, biqasî agirê serdema Kawayê Hesinkar xwedî wateyek dîrokî û civakî ye. Bûye hişmendiyek, manîfestoyek gerdunî û bandorê li hafizeya gelan dike.
Rojên di navbera 21 û 28 Adarê de, ji rojên hejmara salnameyî derketine, bûne haveynê hafizeya civak û dîroka nû. Dema ku roj, ji hejmarên salnameyî derdikevin gerdûnî dibin, dibine fanos, çira û findên ku xeşîmên tarî ronî dikin. Ji bo vê jî, ev rojên pîroz in, bingeha îdeal û felsefeya gel in. Di aliyê sosyolojîk de, xwîna di anatomiya civakê de ye, di aliyê siyasî de manîfesto ye, di aliyê wêjeyî de hunandina dinava tevna civakên cihanê de ne.
Ev teva, dibine nexşeya paşerojan û îradeya kollektîf, dibê hêza ku li dijî dojeha netewe-dewletê berxwedanê bike
Tevgera Azadiya kurd, bi ruhê Apoyî, bi enerjiya fizîkî, nivîsedsalê li dijî şerê kimyewî, li dijî şerê sîbernetîk têkoşîn kir. Dewleta Enqerê, li herêmê bi Iraqê, Iran û Suriye re, bi gelek dewletên din yên herêmê re hevkarî kir; bi NATO re, bi welatên Ewropa û Emerîka re hevkarî kir, bi hêza eskerî polîtîk û civakî êrîşên tunekirinê dane dest pê kirin; Li payîtextên Ewropa jî komkujî kirin.
Dîse jî kesayetek Kurd derxiste holê; ev kesayet di kolektîvizm û rêxistiniyek bi saziyên pîşeyî û civakî de hate avakirin, di dîroka mirovaniyê de kelihek nayê fetihkirin ava kir.
Ji bilî vê rastiyê, Tevgera Azadiya Kurd, li pey xam-xeyalan neket, ji aliyekî ve wek “hekîm”ê giyanê civakî kar kir, hem faşîzm û hişmendiya înkar û tunekirina dijmin li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Tirkiyeyê eşkere kir, di nava ahenga “nîzam“a cîhanê de cihek çêkir.
Di encamê de, hem enerjiyek potansiyal ya parastina jiyana bi rûmet, hem rêxistiniyek civakî ya di hel alî de derxiste holê.
Nekrofîlî, nexeşiya derûnî û bêexlaqî ye. Erîch Fromm, desthilatdar, yan jî generalên ku diruşmeya, „bijî mirin“ dike bin mercekê û bûyerên dikin, bi gotina „ nerkofîlî“ binav dike...
Erîch Fromm, (1900-1980), sosyolog û fîlozefekî Emerîkî ye.
Çîroka Vejînê,.. Rp. 54


