Kurd û tirk şerê bîrdoziyê dikin
Li Tirkiyeyê, îdeolojiya fermî serdest e, vegotinên şoreşên ji zanistê dûr dikin benîştê devê xwe. Sed sal in, civaka tirk û civakên li Tirkiyeyê bi vî rengî dixapînin. Perwerdehiya pençîk a dibistana enderûnê ku bûye çavkaniya dewşirmetiyê, bingeha perwerdehiya neteweyî ye, ‘bikaranîna şewqê‘ weke şoreşê bi nav dike.

Cîhan, bi pêşengiya dîktatoriyên cismanî ketiye serdemeke tarî.
Siyaset ji siyasetê dûr ketiye, siyasetmedar bi cilwekariyek bêaxlaq bazirganiyê dikin; hem psîkolojiya civakan xerab dikin, hem şer dijwar dikin. Şer jî bi stranên klasîk her diçe dijwar dibe. Kurd sed sal in di şer de ne û di tarîtiyê de dijîn. Piştî şerekî dijwar, kurd gihîştin ronahiyê, mixabin lîderên modernîteya kapîtalîst, li Sûriyeyê bi evîneke ‘şehwanî’, ketin nav serûwenên Don Kîşotî. Şerên îro jî, Don Kîşotî ne.
Bêguman ev şer û tarîtiya li cîhanê, wê bandorê li kurdan jî bike. Kurdan, di şerê nîvsedsalî de, dîroka fermî ya Enqereyê serûbinî hev kir. Bi Şoreşa Rojava jî dîroka kurdan bi hevûdin ve girêda. Piştî dexaleta rayedarên Enqereyê, Rêber Apo, pêvejoyek nû ya şoreşger da destpêkirin. Mixabin, mîratzedeyên dewşirme, çiqasî behsa hevkarî û xweşk û biratiyê bikin jî, di dîroka nû de, şaş û zexel hereket dikin. Belkî bi qestî wilo dikin. Ji bo vê jî, baweriyê nadin. Ev jî dibe sedema ku mirov vê serdemê bişibîne serdema Mistefa Kemal û dexaleta li axa û şêxên kurdan.
Di wê serdema ‘du-riyana‘, osmanî û kurdan de, (hingê tirk nebûn), paşayên osmanî li deriyê kurdan xist, bi teorîk û di pratîkê de gotin ‘em ê avaniya kevin a umetê biparêzin‘, lê derew kirin û dîrokek nû, çêkirî nivîsin. Serokê Azadiyê Xalidê Cibrî jî di nav de, gelek axa û pêşengên kurdan girtin û kuştin. Çîrok dirêj e, em kin bêjin; piştre kurd ji hevkariyê dûr kirin. Îro jî gotina, ‘tiştên min yên min in, tiştên te jî yên min in‘ dubare dikin, dixwazin di ‘du-riyana‘ sedsala 21ê û tarîtiya serdemê de, kurdan bixapînin. Yanî, zîhniyeta ‘tekelîst‘ û faşîst, bi derew û demogojiyan hereket dike. Lê kurd şiyar in, ‘tazîtiya‘ wan dibînin û dibêjin; hûn çiqasî hewl bidin xwe binixumînin jî, em pêş û paşiya we dibînin. Dîsa jî, desthilatdarên Tirkiyeyê, xwe wekî aktorên baş nîşan didin, di her axaftina xwe de behsa xweşk û biratiya kurd û tirkan dikin. Li aliyê din, gefxwarinan û sûcdariya polîtîk û jeopolîtk dikin, li dijî kurdan têkiliyên qirêj datînin.
Heta ji wan tê oksîjena gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurdî kêm dikin, barûda li asîmanê Kurdistanê zêde dikin. Ev dolaba bergîran e. Kurd wê dolabê weke ‘dengê‘ bi nav dikin. Deng, ne dolaba ristinê ye, dolaba hêrtinê ye. Li hemberî vê misyona tazî ya qebîh û mekrûh, berxwedana kurdan jî dewam dike. Ev rewş, romana nivîskarê alman Erich Maria Remarque, ‘Li Eniya Xerbê Tişekî Nû Nîne‘ tîne bîra mirov. Polemîk zêde hene.
Şoreşa bi pêşengiya Apo û Tevgera Azadiya Kurdî hat pêkanîn, dîroka hevbeş, ji dîrokê parzûn kir û weke neynika dahatûya dewleta tirk û şertê ‘nebe nabe‘, ‘ya te ya te ye, ya min ya min e‘ danîne holê. Ev tê wateya parçekirina dîroka fermî ya tirk-tûran/tirk-îslam. Gelo tirk-îslama ku bi pêşengiya terîqetên kurd dimeşe, wê şoreşgeriya cenabê Hz. Mûhamed û Peymana Medîneyê esas bigire yan na? Em ê bibînin.
Kurdan feslefeya dîrokê serdest kir û kulmek li nav serûguhên dewleta tirk xist. Enqere weke Stenbola 1919-20î hêjiya, ta tewrênek û qolincên mirinê dîtin û nikaribû êşa xwe, birînên xwe derman bike. Lewma serî li rêya dexaletê da.
Dîsa jî ergenekonîst li ser kar in, zimanê jehrî bi kar tînin, dînamîzma xwe jî ji dijminatiya qehar a li dijî kurdan werdigirin. Divê ti kes, gotinên ergenekonistan, pûç nebîne. Îdeoljiya wan xwîn e, xwîn jî tê wateya şer!... Nişûk û cewherê vê hişmendiyê perwerdehiya pençîk-dewşirmeyan e; îdeolojiya ‘Beyan Amasya‘ ye û di marşa neteweyî de jî cih girtiye… Aliyê wê yê berjewendiyan jî heye…
Sîstemê reng guhertibe jî rê yek e; aliyek bûye çete, aliyek bûye mafiya… Dirûşma her du baskan yek e: Em Mûsilê nestînin, em ê Amedê bidin, em mezin nebin, em ê biçûk bibin… Model û tîpolojiya rewşenbîriya tirk jî, li dijî van dirûşman dernakeve, teslîmî paşverûtiya dîroka fermî bûye, ditirsin, newêrin bi dengekî bilind “Strana Gerdûnî” ya Nerûda bixwînin.
Çepgirên tirk ên reviyane derveyî welêt, bi taybetî beşa li kêleka kurdan cih girtiye, bi referansek xurt dixivin.
Aliyek heye ku kurd mecbûr in li ber çavan bigirin: Aqildaneyên tirk, yanî rewşenbîrên tirk (!) ku pêşverû, çepgir û sosyalîst tên naskirin, hewl didin kurdan ‘Kemalîze‘ bikin. Di demeke ku ahenga kurdan hatiye zeftkirin de; gotinên, filankes barzanîcî ye, bêvankes PKKyî ye; ev laîk e, ev paşverû ye, zêde bi kar tînin… Ji aliyê din ve, kurdan bi alîgiriya Amerîkayê û gotina ‘bûne eskerên amerîkayê‘ sûcdar dikin. Yanî dixwazin kurdan parçe bikin.
Erê şerê çekdarî rawestiyaye lê şerê îdeolojîk dewam e.
Li Tirkiyeyê, îdeolojiya fermî serdest e, vegotinên şoreşên ji zanistê dûr dikin benîştê devê xwe. Sed sal in, civaka tirk û civakên li Tirkiyeyê bi vî rengî dixapînin. Perwerdehiya pençîk a dibistana enderûnê ku bûye çavkaniya dewşirmetiyê, bingeha perwerdehiya neteweyî ye, ‘bikaranîna şewqê‘ weke şoreşê bi nav dike. Ya herî balkêş jî ew e ku, alfabeya latînî ji bo xwe weke şoreşê bi nav dikin, lê alfebeya kurdan a latînî weke paşverûtiyê dibînin. Qanûnnameyên faşîzan, bûne çîmentoya mêjiyê nifşan… Lewma nijadperestiya faşîzan û paşverû bûye rengê jiyanê.
Partiyên bi îdeolojiya fermî hatine avakirin û desthilatdar in; AKP, MHP, CHP heta îro, ji dirûşma “Tirkiye ya tirkan e“ dûr neketine… Wilo xuya ye ku ew dixwazin pêvejoya dîroka nû, sexelî-qêlek bikin, tekelîzasyona sed salî bi rengê restorasyona xapandinê derbas bikin.
Gelê kurd, demên ‘xeyalan‘ derbas kirine, dîroka îxanetan red dikin, formulasyona rêya 3yemîn derdixin pêş. Ev jî guhertinek şoreşger e, dîrokek nû ye û avakirina ‘komara rast a konfederal‘ e!...


