PKK, çi da gelê kurd
Pêvejoya “Aştî û Civaka Dmokratîk”, hem hêrîvandina bend û seda li pêşiya herka çemê dîrokê ye; hem berteref kirina jiyana koletiya spî û kolonyalîst ya netewe-dewletan e. Germahî û pêçana girê Newrozê û rengîniya hermanîk a foklora kurdî ye.

Diroka cihanê û şerên dewam dikin, didine xuyakirin ku li pêşiya sîstema modernîteya kapîtalîst projeyeke ne temamkirî heye. Pêxember û mirovên aqîl-feylesofan jî, çiqasî bi hişekî şiyar, rê û rebaz nîşanî desthilatdarên vê sîstemê dabin jî, “aramî û xweşî çênebû” îradeya gelan dîl girtin, demokrasî parçe kirin, ronakbîrî jî sexelî kirin.
Modernîte û teknolojiya pêşketî, li cîhan Îslamê bû qiyameta Mehdî, li cîhana xiristiyan jî bû dojeha Dante. Şerê revîzyona hukumraniyê û hevsengiya hêzên talangeryê dewam dike.
Rêber Apo lî dijî vê siyaseta qirêj û hişmendiya talangerî, ku mafên gelan xesp dike, alternatîfek danî holê. Ev alternattîf, di çaçroveya zanista rexnegîrî û civaka demokratîk de ye. Siyaseta netewe-dewletan û anarşiya wan red dike. Bi navê siyaseta demokratîk, civaka demokratîk, desturnameya demokratîk, komara demokratîk sîstemek nû daniye holê. (Hin dewletên kralîyet û monarşîk yên cîhana ereb ji diyalektîka hişmendiyê dûr in û li derî nirxandina min in.)
Netewe-dewlet, berhemê “aqil”ekî seqet e.
Bêguman, aqilê sîstema kapîtalîst, ku bi Şoreşa Mezin a Karbidestî netewe-dewlet ava kirin, koletiya spî kirin pratîkê, pêvejoyek demdirêj danîbû pêşiya xwe û heta îro jî domand. Lê, lêgerînên îdeoljk û pêşketinên zanistî bi dawî nebûn, paradigmeyên pozîtîwîst jî derketin holê.
Tevgera Azadiya Kurd - PKK, bi pêşengiya Rêber Apo, yek ji van tevgerên pozîtîvîst e, bi zanistiyek nû û paradigmeyek dîrokî derkete holê. Hem teorîk, hem pratîk li dijî mekanîzme û hîşmendiya seqet têkoşîn kir. Di encama şerê nîvsedsalî de, weke rêxistineke pêşeng ya civakan derkete pêş. Li gel êrîşên sîstema ceberrûd, komplo û davikên qirêj ranewestiya: Ji çar aliyên cîhanê, hiş û ramanên azad, bi navê enternasyonalîst tevlî vê tevgerê bûn.
Zanistên cîhanê jî paradigmeya Abdullah Ocalan, nirxandin, weke çareseriya pirsgirêkên netewe-dewletan binav kirin û parastin. Ev jî tê wateya ku tezek alternatîf a zanistî derketiye holê!
Paradigmeya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîn û ramyariya PKKê giyandiye azadiyê, teoriya rexnegîrî, karên akedemîk, medya azad û bi rekabet, jineke azad û jinelojiyek, bi biwêj-aforîzmeyên nû afirandin. Bêguman ev mijar, bi serê xwe giring in û divê cûda cûda werin lêkolîn kirin û wesifdan.
Eger em mînakên li cîhanê li ber çavan bigirin; Dibistana Frankfurtê rolek bi vî rengî lîstiye. Hişmendiya Şoreşa Frensa, her çiqasî hatibe kesixandin jî bandorek mezin li hişmendiya kollektîf kiriye. Kesayetên weke Gandhî, ku bi navê “Giyanê Mezin” tê binavkirin, di kesayeta gelên Hindistanê de, ji bo avahiya mirovaniyê têkoşînek mafxwaz kir û nirxên civakî derxistin holê.
Martin Kluther King, ku ji bo azadiya civaka “Efrîqî”, bi zimanekî felsefîk û rexnegîrî têkoşiya.
Yan jî, Nelson Mandêla, ku bi navê “Madiba” tê binavkirin, peyama wî ya 18 xalî ku li ser bingeha; “Divê hemû mirov-gel bi hev re û bi nasnameya xwe, wekhev, azad, di sîstemek demokratîk de bijîn”, li ser bingeha pozîtîvîzma Marx, di çarçoveya determîzmê; yanî parastina norobiyolojîk de pêkanî jî di vê çarçoveyê de ye.
Lewma “têz”a Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” divê dûr û dirêj, kûr û berfireh werê nirxandin Tezek ciddî ye û gotinaç “Aştî û civaka demokrtaîk” tenê navê pêvejoyekê nîne, divê di çaçroveya pozîtîzma gelan û zanista civakî de werê nirxandin.
Dubare dikim; ev “tez”eke alternatîf a li pêşberî sîstema ku koletiya spî li ser mirovaniyê ferz dike ye.
“Aştî û Civaka Demokratîk”, li dijî îdeolojiya netewe-dewletê û li dijî kapîtalîzma kolonyalîst, îdeolojiyek civakî ye. Lewma gotina sosyalîzma demokratîk bikartîne û bi navê riya 3mîn jî, weke sîstem datîne holê. Ev dîtin û pêşbîniyek nû ye, li ser îradeyek azad, jiyenek hevreyî û wekheviya demokratîk hatiye rûnandin.
Kanunên netewe-dewletan, girêkên kor û xerboqî ne, yekperestiya zext û zora li ser civakan e. Teza civaka demokratîk, van kanunan, sîstema yekperestî red dike. Diyalektîka hişmendiya civakan esas digire, amûr û alavên aborî, berhemên bi destê civakan hatine afirandin ji bac û bêşa talangerî rizgar dike; hiş û rameneke azad di pêşketinek pozîtîvîst de diparêze.
Bu gotina feylesofê Elmanî Jurgan Habermas, sîstema heyî “aqil”ê pêşketî û îradeya gelan dîl girtine û bikartînin. (1) Yek ji van gelan jî gelê kurd e: Bi gotina Rêber Apo; “Kurd, gelê di zindana cîhanê de ye, ji her cûra delalî, xweşî û mafan bêpar hatiye hilştin.”(2)
Teza Rêber Apo, tê wateya ku tu kanun nikarin rê li ber herka çemê dîrokê bigirin. Şerê nîv sed salî, Kurd fêrî zimanên siyasetê, burokrasî, diyalektîka serdemê, diyalektîka ol kirin. Ev zimanên dewletbûnê ne. Dewlet, tenê sînor nînin, îradeyek rêxistinkirî ye. Li bîra me ye; salên 2015-2016, gelê kurd bi bijartina şaredarên xwe li Bakurê Kurdistanê erdhejek îradî çêkir. Di wê serdemê de, hevşaradara Amedê Gultan Kişanak, gotina; “Hatinên herêmî divê li herêmê bimînin” bikaranî. Ev kevirê bingheîn yê dewletbûnû û îradeya civakî ye.
Hingî, fetîşîzm û faşîzma Turk-î Turan, kete nava tirseke mezin, li dijî kollektîvîzma kurd, anarşî faşîzma dewletê kire pratîkê.
Kurdan, di sînorên diyar ên Kurdistanê de, axa xwe, erda xwe, welatê xwe, îradeya xwe parastin. Ev parastina îradî, li ser bingeha paradigmeya Rêber Apo, ku herka çemê dîroka li Kurdistanê guhert çêbû.
Lewma dibêjim: Pêvejoya “Aştî û civaka demokratîk” tê wateya guhertina çemê dîroka li tevahiya Tirkiyeyê. Balkî nav neyê guhertin, lê sîstem, girêka xerboqî ya Turk-î Turan ku bi kanunên îşkdayî û burokrasiya “manîpûle” hatine amadekirin wê werin guhertin.
Xaleke din û giring: Mesela zimanê diyalektîka olî ye: Tirk ji serdema Nîzam-ûl Mulk û heta îro, ola Îslamê bikartînin. Di serdema firmana gayrîmûslûman de jî, (1915) û di şerê nîvsedsalî de, bi riya meleyên sexte ol bikaranîn. Di şerê nivsedsalî de, Rêber Apo, Peymana Medîne danî holê û Misilmantiya sexte ya Turk-î Turan mahkum kir.
Di serdema ”limêjên Înê”de, ku dewleta Enqerê mizgeft û mîmber dagirkirin, gelê kurd, bi meleyên xwe re, li derveyî mizgeft û mîmberên degirkirî, li meydanan lîmejên civakî kirin.
Turk-î Turan, newî romana George Orwel e. Sed û benda li pêşiya herka çemê dîrokê ye; jiyana di “otomatan” de dîl hatiye girtin e. “Otomat” têne wateya qumar, înkar û komployan, civaka kurd êdî qumar, înkar û komployan qebûl nake.
Pêvejoya “Aştî û Civaka Dmokratîk”, hem hêrîvandina bend û seda li pêşiya herka çemê dîrokê ye; hem berteref kirina jiyana koletiya spî û kolonyalîst ya netewe-dewletan e. Germahî û pêçana girê Newrozê û rengîniya hermanîk a foklora kurdî ye.
Ev germî û rengînî di gotina “civaka demokratîk”, “komara demokratîk” de, diyalektîka hişmendiya nû ya kurd e.
- Jürgen Habermas’ Concept of Method… Rp.45
- Çîroka Vejînê. Rp. 54


