TJK-Eyê pêngavek nû da destpêkirin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi şîara ‘’Bêyî Me Aşitî Nabe’’ konferanseke jinan a navneteweyî li dar xist û bi daxuyaniyekê pêngaveke nû da destpêkirin.

TJK-Eyê pêngava “Bi Hêza Jin Jiyan Azadî Dema Avakarina Civaka Komunal e!” da destpêkirin ku pêngava berbehs xurtkirina rola jinan a di pêvajoya aşitiyê de û mezinkirina têkoşîna birêxistinkirî ya di qada civakî de armanc dike.
Di daxuyaniyê de banga civakîkirina têkoşîna azadiya jinan, avakirina jiyana komunal û pêşxistina civaka demokratîk a di pêşengtiya jinan de hat kirin.
Daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hat dayîn, ji aliyê Seda Can û Sîdar Aydin ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de 4ê Nîsana rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de li Abdullah Ocalan li hemû gelê kurd, şervanên azadiyê û aşitîxwazan hat pîroz kirin.
Herwiha gelek caran dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin.


