Şaredarê Adalarê jî di navde 40 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinan de ya li 4 bajaran Şaredarê Adalarê Alî Ercan Akpolat, alîkarên şaredar û personelên şaredariyê jî di nav de 41 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îstanbûl Anadolû de ku bi îdîaya "bertîlê" li hemberî Şaredariya Adalarê da destpêkirin li gelek bajaran serdegirtin hate kirin.
Şaredarê Adalarê Alî Ercan Akpolat, alîkarên şaredar û personelên şaredariyê jî di nav de têkildarî 47 kesan biryara binçavkirinê hate dayin.
Di serdegirtinan de yên li 4 bajaran 41 kes hatin binçavkirin.


