‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

Parlamentera KKPê ya berê Hazla Sulîman derbarê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd de destnîşan kir ku di Şerê Cîhanê yê 3yan de yekitiya Kurdan di asta jiyanî de ye û wiha got: “Li parçeyên Kurdistanê aktorên siyasî kîjan demê bûn yek, li wir serkeftineke mutleq hat mîsogerkirin.”

1 deqe xwendin
‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

Erdnîgariya Kurdistanê ji Peymana Qesrê Şîrîn a sala 1639an û Peymana Lozanê ya sala 1923yan vir ve, di navbera 4 dewletên serdest de hatiye dabeşkirin û gelê Kurd di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hatiye belavkirin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 1999an a ji bo avakirina KNKê, xebat û bangên ‘Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk’ ku ev çaryek sedsal e di rojevê de ye, ji aliyê hin partiyên siyasî yên Kurdistanê ve rastî bersiveke rasteqîn nehat. Ev rewş îro jî berdewam dike. Niha jî ji her demê bêhtir Yekitiya Neteweyî ya Kurd yek ji rojevên sereke ya gelê Kurd e. Yekitiya gelê Kurd û gelên Kurdistanê ji her demê bêhtir girîng e û avakirina yekitiya neteweyî yek ji xeyalên sereke ya gelê Kurd e. Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ‘Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk’ ku di salên borî de di hevdîtinên bi Şandeya Îmraliyê re anîbû ziman, di vê serdema giran a Şerê Cîhanê yê 3yan de girîngiya vê mijarê ji bo gelê Kurd careke din nîşan da.

Parlamentera Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ya berê Hazla Sulîman derbarê Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurd û pêvajoya heyî de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Aktorên siyasî kengî bûn yek, li wir serkeftinek pêk hat’

Hazla Sulîman bal kişand ser yekitiya gelê Kurd û wiha got: “Di dîrokê de rastiyeke gelê Kurd heye; gelê Kurd di kîjan demê de yekitiya xwe ava kiribe û di nav xwe de tifaqek pêk anîbe, her dem bi ser ketiye û destkeftiyên pir girîng bi dest xistine. Ji ber vê yekê em wekî Partiya Komûnîst a Kurdistanê bawer dikin ku divê gelê Kurdistanê her dem di nav yekitiyê de be. Gelê Kurd rastî zilmên pir giran hat, têkoşînên mezin da, Kurdistan bû çar parçe. Şert û mercên taybet ên her parçeyekî Kurdistanê hene. Her parçeyek li dijî wê dewleta ku tê de ye, bi rêbazeke cuda têkoşînê dimeşîne. Bo nimûne dema Başûr li dijî desthilatdariya zalim a Iraqê û Partiya Baasê têkoşîn dimeşand; li parçeyên Bakur, Rojhilat û Rojava jî bi vî rengî berxwedan hatin nîşandan. Têkoşîna me ya li dijî van rejîmên ku zilmê dikin, di dîroka gelê Kurd de xwedî cihekî taybet e. Di van parçeyên Kurdistanê de aktorên siyasî kîjan demê bûn yek, li wir serkeftineke mutleq hat mîsogerkirin.”

‘Ji bo pêşveçûna serkeftina gelê Kurd divê partî yekitiya xwe pêk bînin’

Hazla Sulîman diyar kir ku bi taybetî di van rojan de yekitiya gelê Kurd pir girîng e û ev nirxandin kir: “Çimkî di her parçeyî de ji bo doza Kurd pêşveçûneke berfireh heye. Di dawiya sedsala 20an de rewş ne bi vî rengî bû lê di sedsala 21an de meseleya Kurd pêşketinên girîng hene. Ji ber vê sedemê, divê em van serkeftinên ku bi hezar kedan di her parçeyî de hatine bidestxistin winda nekin; ji bo ku em van serkeftinan hîn bêtir ber bi pêş ve bibin divê em bixebitin. Ji ber vê çendê, em neçar in di navbera partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê de vê yekitiyê pêş bixin. Ev wezîfe herî zêde dikeve ser milê partiyên desthilatdar. Bi taybetî li Herêma Kurdistanê, guncan e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo anîna cem hev a partiyên din xebatan bikin û pêşengiyê ji wan re bikin. Li Bakur jî, partiyên ku di parlamentoyê de wekîlên wan hene û xwedî bingeheke berfireh a gel in, ji bo mezinkirina têkoşîna ku gelê Kurd heta îro meşandiye û ji bo gihandina gel a mafên wî yên rewa, divê bixebitin da ku hemû alî bibin yek.”

‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

Di berdewama axaftina xwe de Hazla Sulîman bal kişand ser girîngiya yekitiya Başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Piştî Raperîna sala 1991ê, dema ku di wê serdemê de Bereya Kurdistanê hat avakirin, hemû partî û aliyên Başûr di bin navê Bereya Kurdistanê de bûn yek. Ev gaveke pir taybet bû û gel jî ji vê rewşê pir şad û kêyfxweş bû. Di bin ala vê bereyê de serhildaneke mezin hat kirin û rejîma Baasê ji Başûr hat derxistin. Lê çi heyf ku paşê, ji ber şerê navxweyî yê ku di navbera du partiyên sereke yên Başûr de çêbû, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê pir paşve çû. Heke ew şer çênebûna, îro me dikaribû destkeftiyên hîn mezintir bi dest bixistana. Ev rewşa ku li Herêma Kurdistanê heye, dibe sedem ku li herêmê yekitî ava nebe. Bo nimûne, di ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê re salek û nîv derbas bû, lê heta îro parlamento nehatiye aktîfkirin û hikûmet nehatiye avakirin. Sedema yekane ya vê yekê, bi taybetî cudahiya nêrînan a di navbera YNK û PDKê de ye; çimkî ji bo têgihîştina îdare û desthilatdariyê xwedî du vîzyonên cuda ne. Rewşa îro ya Herêma Kurdistanê, ya cîhanê û bi taybetî ya Iraqê û tewra rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de, li ser me ferz dike ku em bibin yek; daku ev yekitî bibe piştgir û hêz ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî.”

‘PKKê gav avêtiye divê Tirkiye jî gavên baş biavêje’

Hazla Sulîman bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Em wekî Partiya Komûnîst a Kurdistanê, piştgiriya pêvajoya ku di navbera Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de dimeşe dikin. Gotineke pêşiyan heye ku dibêje: ‘Sed salan muzakere bike, lê salekê jî şer neke.’ Çimkî şer ji bo her kesî xirab e û rûxandine. Em pêşveçûna vê pêvajoyê dinirxînin û baş dibînin; lê em qet qebûl nakin ku ev pêvajo tenê ji bo feydeya aliyekî û ji bo zerara aliyê din bimeşe. Di vê pêvajoya aştiyê ya ku di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê de dest pê kiriye de, PKKê gava xwe avêtiye û biryara danîna çekan girtiye. Ji ber vê sedemê, ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe pir girîng e ku desthilata Tirkiyeyê gavên hîn çêtir biavêje û mafên gelê Kurd her tim bide ber çavan. Gerek mirov li tiştên ku berê qewimîne nênere; divê berjewendiya her kesî were fikirandin û li Tirkiyeyê aştiyeke berfireh were avakirin. Divê gelê Kurd ê Bakur jî wekî hemwelatiyên din bigiheje mafên xwe; mîna li dibistan û zanîngehan mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê. Çimkî heke gelek nekaribe bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, ev tê wê wateyê ku di wê dewletê de tu mafê wî tune ye. Divê ev maf her tim ji bo gelekî were naskirin. Em ji ber vê yekê piştgiriya pêvajoyê dikin û hêvî dikin ku bi ser bikeve û her kes ji vê pêvajoyê sûdê bigire. Pêvajo divê teqez bi peymanekê bi dawî bibe.”

‘Muxatabê hikûmeta Tirkiyeyê birêz Abdullah Ocalan e’

Parlamentera Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ya berê Hazla Sulîman di dawiya axaftina xwe de gavên ku divê Tirkiye biaveje wiha rêz kir: “Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe, hewceye Hikûmeta Tirkiyeyê gavan biaveje. Ev pêvajo bi xwe, di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û Serokê PKKê birêz Abdullah Ocalan de tê meşandin. Ji ber vê sedemê, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pir girîng e û divê gaveke wisa were avêtin. Gerek ne tenê birêz Abdullah Ocalan, siyasetmedarên din jî werin berdan. Ji ber vê yekê, divê her du alî jî bi lihevkirinên heyî ve girêdayî bimînin û pêvajoyê pêş ve bibin. Hêvî dikim pêvajoya aştiyê pêş ve biçe û gelê me yê Kurd ê li Bakur bigihêje mafên xwe yên rewa; bi heman awayî hemû parçeyên din jî.”

Çavkanî: Ajansa Welat