Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!
Di encama lêpirsîna li ser “Navenda Lênêrîna Taybet a Şifa” ya li Êlihê de, rastiyên hov derketin holê. Di dosya ku ji 5 hezar rûpelan pêk tê de, tê dîtin ku li navendê îşkence, tecawiz û muameleyên li derveyî mirovahiyê li hemberî nexweşan hatine kirin.

Li Êlihê di Navenda Lênêrîna Taybet a Şîfayê de li dijî nexweş û astengdaran hovîtî û îşkenceya hatiye kirin bi rojan e di rojevê de ye. Li gorî nûçeya Ozgur Polîtîkayê li Navenda Lênêrîna Taybet a Şifayê bi derketina belgeyan hovîtî û asta îşkenceya li vê derê hatiye kirin eşkere bû. Derket holê ku şebekeyeke ji 140 kesan zêdetir pêk tê, tevî rayedarên saziyên fermî zilm û zordarî kirine, sepanên derveyî mirovahiyê li nexweşan kirine.
Belgeyên hovîtiyê li holê ne
Lêpirsîna ku bi giliyên xebatkarên berê dest pê kiribû, eşkere kir ku nexweş bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê hatine. Di dosyaya ku bi dîmen, wêne û nivîsên di navbera xebatkaran de hatiye piştrastkirin, ev hovîtî hatin tespîtkirin:
Îşkence: Li ser bedena nexweşan cixare hatiye pêxistin, ava kelandî bi ser wan de hatiye reşandin û heta laşê wan şîn bibe li wan hatiye xistin.
Muameleya nebaş: Nexweş neçar hatine hiştin ku ava kanalîzasyonê vexwin û pîsiyê bixwin.
Cinsî: Nexweşên astengdar ên hiş rastî tecawizê hatine û ji bo ku ev neyê fêmkirin, dîmenên kamerayan hatine jêkirin.
Ranta aborî: Bi rêya reçeteyên sexte û xwarinên ku nayên dayîn, pere ji dewletê hatiye girtin.
Şebekeya di nav sazî û dezgehan de
Hat tespîtkirin ku li navendê şebekeyeke ji 140 kesî zêdetir heye. Di vê şebekeyê de xebatkarên tenduristiyê, rêveberên navendê û hinek rayedarên Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî hene. Tê diyarkirin ku ji ber van têkiliyan, navend demek dirêj ji lêpirsînan hatiye parastin.
ÎHD: Berpirsiyarî ne tenê ya xebatkaran e
Hevserokê İHD’ê yê Şaxa Êlihê Ahmet Şiray, diyar kir ku ev rewş ne tenê bi navendê re sînordar e û got: “Eger saziyeke ku salan e dixebite, îro bi van îdîayan dikeve rojevê, divê mekanîzmayên çavdêriyê jî bên darizandin. Kesên ku ev hovîtî dîtine û dengê xwe nekirine, şirîkên vî sûcî ne.”
Tevî ku biryara veşartiyê ya li ser dosyayê hatiye rakirin, “qedexeya weşanê” ya li ser bûyerê hîn jî didome. Lêpirsîna li ser navendê bi awayekî berfireh berdewam dike.


