Tengava Hurmuz hate girtin
Piştî êrişan Tengava Hurmuz carek din hate girtin.

Ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îran û Amerîkayê de, hevdîtinên têkildarî peymana ku roja çarşemê di navbera DYA û Îranê hate îmzekirin, îro wê li Swîsreyê destpê bike. Aliyê şer bi taybetî wê bernameya nukleer a Îranê û mijarên ewlehiya herêmî, binirxînin.
Di şandeya Îranê de Serokê Meclîsê û muzakerevanê sereke Muhammed Bakir Galîbaf, Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî û Serokê Bankaya Navendê Abdulnasir Hemmati cih digirin. Li aliyê DYAyê jî Alîkarê Serok J.D. Vance, nûnerê taybet ê Serok Donald Trump Steve Witkoff û Jared Kusher wê hevdîtinan bimeşînin.
Li Pakistanê jî di çarçoveya rolê navbeynkar de, Serokwezîr Şahbaz Şerîf û Serokê Fermandariya Giştî Asim Munîr hatin şandina Swîsreyê.
Peymana ku 17ê Hezîranê navbera aliyan hate îmzekirin ji bo bigihije encamekî, pêvajoyeke muzakereyê ya 60 rojî tê pêşbînîkirin. Hevdîtin wê li herêma Burgenstock a li ser Gola Lucerne ya Swîsreyê were kirin. Di hevdîtinan de wê fealiyetên nukleer ên Îranê, ewlehiya herêmî û mekanîzmayên agirbestê bên nirxandin.
J.D. Vance beriya hevdîtinan daxuyanî da û got, ew ji bo pêşketin were bidestxistin, erênî li hevdîtinan dinêrin.
Îran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî diyar kir ku domkirina şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê, peymanê dixe xeteriyê.
Tehran dibêje, peyman pêşbînî dike ku Lubnan jî di nav de li hemû qadên şer dijminahî bidawî bibe.
Kendav hate girtin
Rêveberiya Îranê ragihand ku weke berteka li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, Kendava Hurmuzê car din girtine.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî got, eger hevdîtin bi ser nekevin, dibe li Kendava Hurmuzê mûçeyên ji bo derbasbûnê bikevin meriyetê.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) jî diyar kir ku ew geşedanên li Hurmuzê ji nêz ve dişopînin û ragihand ku roja şemiyê wê 55 keştiyên bazirganiyê bi rengekî ewle ji kendavê derbas bibin.
Di êrîşa Lubbanê de 24 kes mirin
Rewşa hevdîtinên li Swîsreyê, di asteke mezin de girêdayî seyra şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê xuya dike. Roja şemiyê Îsraîlê êrîş li ser başûrê Lubnanê pêk anîn û di encamê de herî 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku leşkerî wan mir.
Rêveberiya Îsraîlê îdîa kir ku ev êrîş weke bersiva êrîşên bi roketan ên Hîzbûllahê, hatin pêkanîn. Hîzbûllahê jî bi temamî Îsraîl ji binpêkirina agirbestê berpirsyar nîşan da.


