DYAyê dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê rakir
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serok Donald Trump dorpêça li ser trafîka deryayî ya li bendergehên Îranê hatiye rakirin.

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku dorpêça deryayî ya li ser bendergeh û herêmên peravî yên Îranê hatiye rakirin. Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) de hat gotin, bi fermana Serok Donald Trump hemû astengiyên li pêşiya liv û tevgera deryayî yên li ser Îranê bi dawî bûne.
Li gorî daxuyaniya CENCTOMê, hêzên DYAyê êdî ketin û derketina keştiyên bazirganiyên ji bendergehên Îranê ya di ser Derya Ûmmanê û Derya Ereb re asteng nake.
Biryar piştî wê mutabaqatê hate wergirtin ku di navbera DYA û Îranê de hate îmzekirin û di nava raya giştî de weke "Peymana Îslamabadê" tê binavkirin. Li gorî peymanê, şerê li Rojhilata Navîn divê bi dawî bibe, li hemû eniyan operasyonên leşkerî bisekine û Tengava Hurmuzê careke din bi temamî bê vekirin.
Di dewama daxuyaniya CENCTOMê de her wiha hate ragihandin ku heta hemû hukmên peymanê bi cih bêne anîn wê hêzên deryayî yên DYAyî li herêmê bimînin û bicihanîna hikumên peymanê ji aliyê aliyan ve bişopîne.


