Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin
Di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 5 kes hatin kuştin.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku tevî lihevkirina agirbestê ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, bi kêmanî 5 kes di êrişên hewayî yên îro yên Îsraîlê yên li ser bajarokê Erebsalim ê başûrê Lubnanê hatin kuştin.
Heman ajansê diyar kir ku balafirên Îsraîlê ji duh êvarî heya vê sibehê herêma Nebetiye, Burc Qelawiyê, Nebetiya Jorîn, Kefer Ruman û Kefercoz ên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê duh ragihandibû ku di êrişên derengiya şevê heya piştî nîvro ve 47 kes hatin kuştin û 97 kes birîndar bûn.


