Starmer: Îngiltere ji bo şereke domdirêj xwe amade dike

Serokwezîrê Îngilistanê Keîr Starmer diyar kir ku welatê wî divê ji bo qonaxek demdirêj a pevçûna di navbera ABD-Îsraîl û Îranê de amade bibe.

1 deqe xwendin
Starmer: Îngiltere ji bo şereke domdirêj xwe amade dike

Serokwezîrê Îngilistanê Keîr Starmer di daxuyaniyek çapemeniyê de li ser şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de axivî. Keîr Stamer got ku hikûmeta wî bi pîşesaziya parastinê re dixebite da ku pergalên parastina hewayî bi cîh bike û hevkarên xwe yên li herêma Kendavê biparêze. 

Keîr Starmer diyar kir ku fikarên wan ên cidî li ser dabînkirina enerjiyê tune ye, lê divê hemû bala wan li ser kêmkirina bilez a rewşê be.

Keîr Stamer got ku planên wan li ser wê bingehê ne ku ev pevçûn dikare demek dirêj bidome. Serokwezîrê Îgilistanê ragihand ku ji bo şandina pergalên parastina hewayî dixebitin û da zanîn ku pergalên parastina hewayî yên menzîla kurt li Bahreynê bi cih kirine û ev pergal dê li Kuweyt û Erebistana Siûdî jî werin bicihkirin. 

Keîr Stamer di axaftina xwe de  teqez kir ku ev mijar ji dawiya hefteya borî ve derketiye astek girîngî û lezgînî û ragihand ku ew dê bi wezîrên xwe re civînek awarte li dar bixin.

Keîr Starmer di 18ê adarê de destûra bikaranîna bargehên Îngilistanê dabû DYAyê ku li dijî Îranê bikarbîne.