Şervanên ereb 4ê Nîsanê pîroz kirin
Şervanên YBŞ û YJŞê li Şengalê 77emîn salvegera Rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş û şahiyekî mezin pîroz kirin.

Li qada Şengalê 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş û kelecanêke mezin hat pêşwazîkirin. Gelek şervanên Yêkineyên Jinên Şengal û Yêkineyên Berxwedana Şengal (YJŞ/YBŞ) wargehên cûr be cûr 4ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Şervanên YBŞê yên ji netewa Ereban Rojbûna Rêberê Netewî pîroz kirin. Şervanên YBŞê yên ereb û şervanên YJŞê ev roj bi keyfxweşiyêk mezin vegotin.
Şervanê Ereb Ebdilhey Hol 4ê Nîsanê pîroz kir û got: “Di serî de em vê rojê li tevahî gelan û şervanên YJŞ-YBŞê pîroz dikin. Em vê rojê weke rojek pir bi wate dibînin. Di nava gelê Ereb de ev roj rojeke pîroz dibînîn. Fikrê Rêbertî li dijî zilma li ser hemû gelane. Carek din em rojbûna Serokê netewî li hemû gelan û hemû hevalên xwe pîroz dikin.
Şervan Elî Çîçek jî ev roj li hemû gelan pîroz kir û got: “Wek şervanên ereb em îro Rojbûna Rêbertî pîroz dikin. Em îro dara diçînin. Em vê rojê li hemû şehîdên xwe û hevalên xwe pîroz dikin.”
Şervan Zeyn Ereb jî got: “Bi boneya Rojbûna Rebertî em wek hezên YBŞ û YJŞê tevahî gelan pîroz dikin. Em vê rojê li gelên netewa demokratîk pîroz dikin. Wek gelê ereb em piştgirî didîn fikrê Rêbertî.”
Şervan Cûdî Ereb jî got: “Em vê rojê li Rêbertî û hemû gelan pîroz dikin. Em vê rojê di heman demê de tevahi hevalên me yên YBŞ û YJŞ pîroz dikin. Rojbûna Rebertî li cem me gelê Ereb temsîla her tiştî dike. Em ji pir tiştan rizgar kir û em û gelê êzîdî anî li gel hev. Rêbertî di dilê me de azade, wê bi fîzîkî ji azad bibe.”
şervanên YJŞê Pervîn Tolhildan û Medya Dijwar jî ev roj pîroz kirin û keyfxweşiya xwe anîn ser ziman.
Di pîrozbahiyê de şervanan 77 pifdandk bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd re firandin esmanan.
Pîrozbahî bi gerandina govendê heta direngiya şevê dewam kir.


