Saziyên Demokratîk ji bo 4ê Nîsanê tûrnûvaya futbolê li dar xistin

Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûrnûvaya futbolê li dar xist.

1 deqe xwendin
Saziyên Demokratîk ji bo 4ê Nîsanê tûrnûvaya futbolê li dar xistin

Nûnerên saziyên demokratîk û civakî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jibo 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyan pîrozbahiyê li dar xistin. Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê jî bi heman armancê tûrnûvaya futbolê ya “Tûrnûvaya Futbolê ya ber bi Rojê ve” li dar xist. Tûrnûva li Tesîsa Karadolapê ya li navçeya Eyupê pêk hat.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar di tûrnûvayê de axivî û diyar kir ku îro rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got:” Rojbûna me û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz be.”

Piştî axaftina Arîfe Çinar tîmen zarokan maç lîstin.