Nivîskar Şînasî Atabey: Hêza mezin aqilê kurdan ê kolektif e
Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Şînasî Atabey, bal kişand ser aqilê kolektif ê kurdan û diyar kir ku kurd aqilekî kolektif pêş bixin tu hêz nikare wan têk bibe.

Nivîskarê Yenî Yaşamê Sînasî Atabey, di nivîsa xwe ya ewil de bal kişand ser girîngîya hêza aqilê kolektif yê kurdan û xwest bi taybet kurd di vê pêvajoyê de aqilekî kolektif ava bikin. Şînasî Atabay, anî ziman ku civaka kurd di pêvajoyeke veguherînê ya dîrokî re derbas dibe ku piştî Medan di dîrokê de yekem car e qonaxeke ewqas girîng tê jiyîn û got: “Demên zor û zehmet rastiyan derdixin holê û ev rastî bi felsefe, îdeolojî û polîtîkayê pêk tên. Aqilekî Kurd’ ava bûye û ev aqil, teralî û bêhişiya ku aqilên biyanî afirandibûn, ji holê radike. Aqilên biyanî yên ku hiş dagir kiribûn, hatin parçekirin. Ji aliyê aqilê Kurdan ve geşedanên gelek şoreşgerî derketin holê.”
Mîlada Kurdan
Nivîskar Şînasî Atabey di berdewama gotarê de bal kişand ser bandorên dagirkeriya zihnî yên ku hîn jî didomin û bilêv kir ku civak rastî endezyariyeke civakî ya tirsnak hatiye û got: “Lê tevî vê yekê jî pêvajoyeke veguherînê ya cidî dest pê kiriye. Ev pêvajo ‘Mîlada Kurdan’ e. Heke ev qonax bi her awayî daxwazên xwe pêk neyne, dikare bibe sedema xetereyên mezintir û paşketinê. Pêwîst e aqilê Kurdan bi berpirsiyariyeke kûr bê civakîkirin û înşaya alternatîf pêk were.”
Nivîskar Şînasî Atabey, bêberpirsiyarî û ‘kesayeta têkçûyî’ ya di nava civakê de rexne kir û diyar kir ku heke xebateke kolektîf hebe, li pêşiya aqilê kurdan yê ku hatiye afirandin tu astengî nikare bisekine. Atabey ev prensîba exlaqî derxist pêş: “Ya ku Kurdê têkçûyî, ketî û ji xwe reviyayî jiyaye, ez ê qet nejîm û nadim jiyandin!”
Nûjenkirina ruhê komînal û xencera di piştê re
Sînasî Atabey diyar dike ku kapîtalîzm ne serdestê her tiştî ye û kurd xwedî ruhekî komînal ê xurt in. Ji bo nûjenkirina vê kevneşopiyê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk, Sînasî Atabey destnîşan kir ku divê pêşî “xencera di piştê re” bê dîtin û got: “Bêyî ku xencera di piştê re bê derxistin, divê mirov bi tiştek din re mijûl nebe. Tişta esasî derxistina xencerê ye.”
Pêwistiya afirîneriya polîtîk
Sînasî Atabey diyar kir ku bêyî pratîkê nirxê gotinê nîne û pêwîstiya civakê îro bi ‘ruhê salên heftêyan’ heye û wiha lê zêde kir: “Kurd li Rojhilata Navîn êdî bûne ‘kirde’ û dikarin biryarên xwe bi vîneke azad bidin. Kurd êdî ferzkirinên derve û girêdayîbûna bi kesên din re qebûl nakin û entegrasyona demokratîk jî formûlasyona vê tercîha azad e.”
Şînasî Atabey li ser jiyana hevpar a hezar salî ya Kurd û Tirkan sekinî û diyar kir ku divê ev yekîtî di şert û mercên îroyîn de ji nû ve bê birêxistinkirin. Bi bibîrxistina damezrandina eyaleta Kurdistanê ya bi navenda Hemedanê ji aliyê Siltanê Selçûqiyan Sencer ve, nivîskar destnîşan kir ku mayîndebûna Tirkan a li Rojhilata Navîn bi tifaqa bi Kurdan re girêdayî ye. Atabey wiha nivîsand: “Sedsal e çareseriya pirsgirêka ku jê re dibêjin ‘beka’, tenê bi nûjenkirina tifaqa dîrokî ya Kurd û Tirkan pêkan e. Şerê Kurd û Tirkan dê her du gelan jî tune bike. Kurdên bê Tirk, Tirkên bê Kurd nikarin hebûna xwe biparêzin.”
Rexneya kêmasiya polîtîkayê
Di beşa dawî ya nivîsê de, Atabey kêmasiyên di qada polîtîk de bi zimanekî tund rexne kir. Atabey polîtîka wekî ‘xwîna ku diçe laşê gel û oksîjenê’ pênase kir û destnîşan kir ku ji ber hişên dagirkirî, gelek kes nikarin bibin mirovên polîtîk ên rastîn.
‘Polîtîka afirandin e’
Şînasî Atabey rexne li hişmendiya daxwazker û li bendê mayînê kir û ev tişt nivîsandin: “Mirov mîna çûkên ku devê xwe vekirine, her tim tiştekî dixwazin. Lê polîtîka afirandin e. Hişmendiya desthilatdarî-dewletparêziyê hîn jî serdest e û li bendê ne ku kesek mafekî bide wan.”


