DBP: Li dijî tevkujiyan çareserî avakirina neteweya demokratik

DBPê bi boneya 111emîn salvegera tevkujiyên Ermenî û Suryaniyan peyamek weşandin û destnîşan kir ku li dijî tevkujiyan tekane riya çareseriyê avakirina neteweya demokratîk e.

1 deqe xwendin
DBP: Li dijî tevkujiyan çareserî avakirina neteweya demokratik

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi boneya 24ê Nîsana 1915an ku wekî destpêka Tevkujiya Ermeniyan tê qebûlkirin, peyamek nivîskî weşand û tevkujî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi polîtîkayên yekperest ên Îtîhat û Terakiyê, ne tenê Ermenî, di heman demê de gelê Asûrî-Suryanî yê li herêma Tur Abdînê jî hedef girtiye. Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku di encama tevkujî û tehcîrê de bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest dan û koçber bûne.

‘Bêyî rûbirûbûnê aştî nayê avakirin’

Di daxuyaniyê de girîngiya rûbirûbûna bi dîrokê re hate destnîşan kirin û wiha hate gotin: “Bêyî ku bi van felaketên ku bandora wan heta îro dewam dike re rûbirûbûnek çêbibe, avakirina bingehên jiyana hevpar ne pêkan e. Ji bo aştiya civakî ya li Anatoliya û Mezopotamyayê, divê edalet bikeve meriyetê û li şûna kîn û nefretê, pîvana jiyana bi hev re esas bê girtin.”

‘Çareserî neteweya demokratîk e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî hişmendiya netewe dewlet a yekperest û nîjadperest, çareseriya herî xurt paradîgmaya neteweya demokratîk e. Hate diyarkirin ku ev paradîgma hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn bi nasnameyên wan ên xweser vedixwîne jiyaneke wekhev û azad.

Daxuyanî bi bîranîna qurbaniyên qirkirinê yên di sala 111emîn de û bi dayîna soza bilindkirina têkoşîna ji bo avakirina neteweya demokratîk bi dawî bû.