Trump: Agirbesta Îsraîl û Lubnanê de dê 3 hefteyan bê dirêjkirin
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê dê 3 hefteyên din bê dirêjkirin û alî dikarin li Qesra Spî hevdîtinê bikin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump daxuyaniyek da û anî ziman ku agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê dê 3 hefteyên din bê dirêjkirin.
Di parvekirina xwe ya li ser platforma Truth Social de Trump got: "Civîn gelekî baş derbas bû! Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê bi Lubnanê re bixebite, ji bo Lubnan xwe ji Hîzbûllahê biparêze."
Trump diyar kir ku lîderên Îsraîl û Lubnanê dibe ku "di demeke nêz" li Qesra Spî hevdîtinê bikin.


