Aqûbeta Xamaney ne diyar e, giraniya Wahîdî zêde dibe
Li Îranê piştî şerê bi Îsraîl-DYAyê re û kuştina Elî Xamaney krîza serokatiyê û şerê îktîdarê dewam dike. Aqûbeta Rêberê nû Mucteba Xamaney hîn jî ne diyar e. Di nava vê valahiya desthilatdariyê de, fermandarên leşkerî û bi taybetî Ehmed Wahîdî hêza xwe zêde dikin û welat defakto ber bi rêveberiyeke leşkerî ve diçe.

Bandorên şerê Îranê yê bi Îsraîl û DYAyê re berdewam dikin. Piştî şer di hundirê Îranê de rewşek nû derkete holê û di nav aliyan de rikeberiya îktîdarê dest pê kir. Bi taybetî piştî Rêberê Îranê yê Olî Elî Xamaney di dawiya meha Sibata 2026an de di encama êrişên asîmanî yên DYA û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da, krîza navxweyî ya li Îranê her ku diçe kûrtir dibe. Şerê li derve, bandoreke mezin li ser dînamîkên navxweyî kiriye û şerekî veşartî yê îqtidarê li Tehranê tê meşandin.
Rewşa Mucteba Xamaney hîn ne diyar e
Hatibû ragihandin ku piştî Elî Xamaney, kurê wî Mucteba Xamaney wekî Rêberê Bilind ê nû hatiye hilbijartin. Lê belê, ji ber ku ew jî di êrişên asîmanî yên 28ê Sibatê de bi giranî birîndar bibû, heta niha qet derneketiye pêşberî raya giştî.
Pirsa ‘Mucteba mir an di komayê de ye?’
Çavkaniyên muxalefetê îdia dikin ku Mucteba jiyana xwe ji dest daye an jî di komayê de ye. Tevî ku Hikûmeta Mesûd Pizişkiyan vê yekê red dike û dibêje “ew sax e, tenê di bin tedawiyê de ye” jî, nebûna wî ya fîzîkî valahiyeke mezin a desthilatdariyê li pey xwe hiştiye.
Ketina dewrê ya Ehmed Vahîdî û rola Pasdaran
Di nava vê krîzê û bêserokatiyê de, navê Wezîrê Karên Hundir ê berê û yek ji fermandarên payebilind ên Artêşa Pasdaran (Muhafizên Şoreşê) Ehmed Vahîdî bi xurtî derdikeve pêş. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên navxweyî, Wahîdî û tîma wî ya leşkerî, ji bo ku pêşî li hilweşîna rejîmê bigirin, bi awayekî defakto kontrola ewlehî û siyaseta welat xistine destê xwe. Tê dîtin ku Vahîdî ne tenê wekî fîgurekî ewlehiyê, di heman demê de wekî aktorekî sereke yê ku biryarên dewletê digire tevdigere.
Şerê îqtidarê û hevsengiya hêzan
Niha li Îranê di navbera baskê leşkerî ku serkêşiya wê Wahîdî û baskê sivîl ku ji hikûmeta reformxwaz a Pizişkiyan û hin alimên dînî pêk tê, de şerekî dijwar yê desthilatdariyê heye. Ji ber şerê li gel DYAyê, dorpêçên aborî û hişyariyên girtina Tengava Hurmuzê, hêza Pasdaran zêde bûye û saziyên sivîl hatine lawazkirin.
Bandora baskê leşkerî giran, baskê sivîl sivik dibe
Çavdêrên siyasî destnîşan dikin ku heke rewşa Mucteba Xamaney bi vî rengî dewam bike û baş nebe, Îran dikare bi tevahî derbasî pergaleke rêveberiya leşkerî bibe. Di senaryoyeke wiha de, tê payîn ku Artêşa Pasdaran bi pêşengiya kesayetên mîna Ehmed Wahîdî, bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî serweriya xwe bi temamî îlan bike û siyasetmedarên sivîl ji derveyî biryarên stratejîk bihêle.


