Nîlufer Koç: Yekîtiya kurd mîsogeriya siberojê ye

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd û got, "Piştî êrişên li ser Rojava û di Newrozê de bi milyonan Kurd daketin qadan û gotin, 'Kurd yek e'. Ev yek ji bo siyaseta Kurd fermanek e. Yekîtiya kurd mîsogeriya siberojê ye."

1 deqe xwendin
Nîlufer Koç: Yekîtiya kurd mîsogeriya siberojê ye

Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç li ser girîngiya yekîtiya neweteyî û xebatên ji bo yekîtiyê nirxnadin kir. 

Nîlûfer Koç, anî ziman pêvajoya ku tê de ne, bi serdemeke dîrokî ye û got: “Ev pêvajo kurdan mecbûrî hev dike. Krîza mezin a li navenda Rojhilata Navîn, ango dînamîkên "şerê cîhanê yê sêyemîn", rastiyek afirandiye ku rasterast bandorê li Kurdan dike. Êdî biryarek ku li perçeyekî tê girtin, dikare bandoreke rasterast li hemû perçeyên din bike. Ev rewşa nû, ji bo Kurdan asteke ku şêwazên siyaseta klasîk derbas dike nîşan dide.

Bi taybetî êrîşên li ser Rojava û daxwaza xurt a yekîtiya neteweyî ya li qadên Newrozê diyar kir ku civak vê hewcedariyê bi zelalî hîs dike. Em wek KNK jî ev demeke dirêj e vê mijarê di rojeva xwe de digirin. Ji ber ku êdî yekîtiya neteweyî ne tercîhek e; meseleya hebûn û tunebûnê ye.

Îro tu hêzek li herêmê Kurdan bi mafên wan ên destûrî û wekî gelekî wekhev qebûl nake. Ev jî me her tim dike hedef û me qels dihêle. Ji Îranê heta Sûriyeyê, ji Tirkiyeyê heta Iraqê her geşedanek rasterast bandorê li Kurdan dike. Ji ber vê yekê gaveke xelet an jî bêrêkxistiniya li perçeyekî, dikare hemû gelê Kurd bixe bin rîskê.

Şer û krîzên dawî ev yek bi eşkereyî nîşan da. Pêvajoya li Îranê, geşedanên li Sûriyeyê û tansiyona berdewam a li herêmê, neçar dike ku Kurd bi koordînasyoneke zêdetir, hev temam bikin û bi perspektîfeke siyasî ya hevpar tevbigerin.

Em wek KNK di vê çarçoveyê de xebatên demdirêj dimeşînin. Di civîna me ya dawî ya desteya rêveber de ev lezgînî careke din hat nirxandin. Bi ezmûneke 27 salan, em di nav têkiliyên xwe yên bi partiyên Kurd re de êdî hewcedariya derbasbûna zemînekî şênbertir nîqaş dikin.

Tiştê ku em îro li ser disekinin, ne tenê gotina "werin em bibin yek" e; em li ser "ev yekîtî dê çawa pêkan be" disekinin. Ango ji polîtîkayên parastinê heta koordînasyona siyasî, ji hevahengiya di navbera perçeyan de heta mekanîzmayên biryargirtinê yên hevpar, divê em zemînekî realîst ava bikin.

Êdî ne bangên yekîtiyê yên romantîk an jî razber; hewcedarî bi têgihiştineke yekîtiyê ya ku xwe dispêre "polîtîkayeke real" rîskên li qadê dibîne û li gorî wê xwe birêxistin dike heye. Ji ber ku li hemberî aktorên xurt ên vê coxrafyayê, perçebûyî mayîn metirsiyek mezin e li ser hebûna me.

Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî îro ji bo gelê Kurd ne tenê hedefek e, di heman demê de garantiya herî bingehîn a hebûn û pêşerojê ye.” 

Nîlûfer Koç da zanîn ku tiştekî pir girîng heye ku vê pêvajoyê hêsan dike: vîna ku gel rasterast nîşan daye û wiha berdewam kir: “Bi taybetî piştî êrîşên li ser Rojava û di Newrozê de derketina bi milyonan mirovî bêyî cudahiya îdeolojîk ku digotin “Kurd yek in”, bi rastî ji bo siyaseta Kurd fermaneke eşkere ye. Îro siyaset mecbûr e vê telîmatê li ber çavan bigire. Ji ber ku gel di tu demê de bi vî rengî bi xurtî û zelalî daxwaza yekîtiyê nekiriye.

Ji ber vê yekê, îro luksê tu aktorekî siyasî nîne ku bibêje "ez vê nabînim". Ji ber ku li pêşberî wan rastiya gelekî heye ku dibêje "bibin yek". Sedemeke ku em wek KNK xebatên xwe lez dikin jî ev vîna civakî ye; pêdiviya bîranîna vê yekê ji siyasetê re û pêşxistina pêvajoyên îknakirinê ye.

Bêguman pirsgirêk bi temamî ji holê ranebûne. Hîn jî hin pirsgirêk û nakokî hene. Mînak, tansiyona di navbera PDK û YNK’ê de ya li Başûrê Kurdistanê, pêvajoya Serokkomariya Iraqê an jî nîqaşên Parêzgariya Kerkûkê nîşan didin ku hîn jî li pêşiya yekîtiya neteweyî astengî hene.

 

Lê belê tevî vê yekê jî, şert û mercên îro ji yên berê cuda ne. Ez bawer dikim ku hem PDK hem jî YNK guherîn û rîskên herêmî dixwînin û hewl didin li gorî wê pozîsyon bigirin. Ango îro nirxandinên li ser konjonktûra siyasî di gelek aktoran de digihîjin encamên dişibin hev. Ev jî zemînê yekîtiyê ji yê berê guncavtir dike.

 

Ji aliyê din ve, hin pratîkên li perçeyên din jî balkêş in. Li Rojhilatê Kurdistanê partiyên cuda bi gotina "ev ne şerê me ye" helwesteke hevpar pêş xistin, an jî bi giştî di siyaseta Kurd de xurtbûna meyla ku li şûna şer rêbazên siyasî dixe pêş, paraleliyeke fîîlî ava dike.

 

Li Rojava jî tabloyeke bi vî rengî derket holê. Mudaxaleyên Rêber Abdullah Ocalan, ketina dewrê ya birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî; seferberiya xurt a gel; van hemûyan nîşan da ku bi siyaseta derveyî şer jî rîskên mezin dikarin bên bertarafkirin. Vê rewşê di siyaseta Kurd de bivebaweriyeke girîng derxist holê.

Ji ber vê yekê tişta ku divê îro bê kirin ev e ku ev xwebawerî û nêzîkbûna fîîlî veguhere zemînekî şênber ê yekîtiya neteweyî. Ji ber ku di şert û mercên îro de, tevî hemû zehmetiyan, pir eşkere ye ku em mecbûrî vê yekê ne.” 

Nîlûfer Koç, xwest li ser tabloyên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê rast bixwînin û wiha lê zêd kir: “Li ser Tirkiyeyê pêvajoyeke diyalogê heye. Ji bo gavên avakirina baweriyê, Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd çi hewce dikir kirin. Stratejiya têkoşîna çekdarî hat bi dawî kirin û pozîsyonek ku li ser bingeha siyaseta demokratîk gotin û çalakî lê teşe digire, derket holê.

Rewşeke dişibe vê li Rojava jî heye. Tevî nêzîkatiyên zextker û şovenîst ên rêveberiya HTŞ’ê, Kurd bi rêyên dîplomatîk û siyasî, ango bi muzakereyê di lêgerîna çareseriyê de israr dikin. Li Sûriyeyê xetek bi vî rengî heye. Di geşedanên li Îranê de jî me dît ku Kurdan helwesteke wiha girtine. Li Başûrê Kurdistanê jî, li cihê ku her kes dixwaze wekî herêma tampon bikar bîne, careke din pozîsyoneke ku şer naxwaze derket pêş. Ango bi awayekî fîîlî li her çar perçeyan Kurd di xeteke ku şer naxwaze de ne.

Ev pir girîng e. Ji ber ku mînak, negirtina pozîsyona şer li dijî Îranê, dê sibê bibe zemîn ku dema yekîtiya neteweyî pêk hat, Kurd ji van dewletan re bibêjin "yekîtiya me ne li dijî we ye". Wek li Tirkiye û Sûriyeyê, nêzîkatiya çareserkirina pirsgirêkan bi diyalog û rêbazên demokratîk derdikeve pêş. Ev ne tenê daxuyaniyek e, pêvajoyek e ku bi gavên şênber tê piştgirîkirin. Ji ber vê yekê em di pêvajoya têkoşîna avakirina baweriyê ya li hemberî çar dewletan de ne.

Di vê nuqteyê de perspektîfa Rêber Apo ya ku dibêje "Divê Kurd bi aqilê stratejîk tevbigerin" girîng e. Aqilê stratejîk ê Kurd, li gel çar dewletên cîran di nav lihevkirinekê de, mîsogerkirina mafê hebûna Kurdan di qada hiqûqî û destûrî de esas digire. Siyaseta demokratîk, têkoşîna civakî û lêgerîna çareseriya hiqûqî di navenda vê nêzîkatiyê de ne.

Bêguman ev nayê wê wateyê ku vebijarkên din ên Kurdan nîn in. Avahiya pir-aktorî ya li herêmê, derfetên cuda jî pêşkêşî Kurdan dike. Lê di rewşa niha de ya aqilane ev e ku bi rêbazên derveyî şer çareserî bê ferzkirin.

Derbarê hêzên kurewî de jî; heke di asta herêmî de bi van çar dewletan re gavên şênber bên avêtin, bandora vê li asta kurewî jî dibe. Mînak, gava herî biçûk a ku Tirkiye di çarçoveya pêşniyarên Rêber Apo de li ser statûya hiqûqî û siyasî biavêje, dikare ji bo herêmê bibe diyarker; dikare bandoreke erênî li Îran, Sûriye û Iraqê jî bike.

Îro cîhan ber bi siyaseteke piralî ve diçe û vebijarkên Kurdan ji yên berê zêdetir in. Ji ber vê yekê, yekîtiya neteweyî ya Kurd a ku dê li ser bingeha demokratîk û derveyî şer teşe bigire, dikare bibe vebijarkek ku hem ji bo aramiya herêmî hem jî ji bo hêzên kuresel divê li ber çavan bê girtin. Vebijarkên Kurdan li ser masê ji yên berê zêdetir in. Ez bawer dikim ku her kes li ser vê difikire.” 

 

Nîlûfer Koç, bal kişand ser girîngiya gavên bêne avêtin û wiha pêde çû: “Gelek gavên ku divê di demeke kurt de bêne avêtin, em dikarin di bin çend sernavên bingehîn de kom bikin. Berî her tiştî, hevkêşeya çar dewletî ya ku em tê de ne Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye geşedanên bi hev ve girêdayî hildiberîne. Di vê çarçoveyê de bi taybetî zemînê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çêbûye girîng e. Gavên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd zemînekî siyasî yê cidî afirandin. Heke ev zemîn bi gavên hiqûqî bê xurtkirin, ev ne tenê Tirkiyeyê, lê sê perçeyên din jî ber bi pêvajoyeke nîqaşê ya bi tundî kêmtir û bi çareseriya siyasî zêdetir ve dibe.

Li vir rola yekîtiya neteweyî jî diguhere. Di nava sed salî de, karta pirsgirêka Kurd her tim wek amûreke bêîstîkrariyê hat dîtin. Îro çareseriya pirsgirêka Kurd dikare ji bo herêmê bibe derfeteke "zêrîn" ku îstîkrarê diafirîne. Yekîtiya neteweyî jî mecbûr e vê derfetê rast binirxîne.

Ya duyem, meseleya garantiya hiqûqî heye. Heya ku mafê hebûna Kurdan di asta destûrî û navneteweyî de neyê mîsogerkirin, polîtîkaya parastinê dê wekî pêşîniyek bingehîn bimîne. Ji ber vê yekê di nîqaşên yekîtiya neteweyî de pirsa "em ê çawa parastinê bikin yek" di cihekî krîtîk de ye. Ji ber ku li herêmê geşedan pir bilez in û pêşeroja gelekî nabe ku ji tesadufan re bê hiştin.

Ya sêyem, rehenda dîplomasiya navneteweyî girîng e. Di destê Kurdan de argumanek xurt heye ku dikare herêmê bîne ser xeta aramiyê: Çareseriya pirsgirêka Kurd. Ev, zemînekî girîng e ku dikare pêşkêşî aktorên herêmî û kuresel bê kirin. Di cîhaneke piralî de rastiyek e ku vebijarkên Kurdan ji yên berê zêdetir in.

Li gel vê yekê, divê sînorên nêzîkatiya îdeolojîk di nîqaşên yekîtiyê de rast bên xêzkirin. Her partî dikare avahiya xwe ya îdeolojîk biparêze; lê divê ev cudahî nebin asteng li pêşiya pêşeroja gelekî şêst milyonî. Tiştê hewce, lihevkirina li ser prensîbên hevpar ên di asta neteweyî de ye.

 

Ji aliyê din ve, divê ev pêvajo tenê bi partiyên siyasî sînor neyê girtin. Civaka Kurd xwedî avahiyeke pirreng û piralî ye. Jin, ciwan û beşên cuda yên civakê parçeyên rasterast ên vê pêvajoyê ne. Yekîtiya neteweyî bi biryarên teng ên çend partiyan nayê avakirin; beşdariya civakî û zemînê demokratîk şertekî neçar e.

Bi taybetî rola jinan li vir girîngiyeke taybet hildigire. Li Kurdistanê jin ne tenê mexdûrên şer in, di heman demê de hilgirên çandeke civakî ya derveyî tundiyê ne. Ji ber vê yekê divê beşdariya wan a di nîqaşên yekîtiya neteweyî de hîn xurtir be. Jixwe hem li çar perçeyên Kurdistanê û hem jî li qada diyasporayê hewildan û platformên jinan ên cidî di vê rêyê de hene. Wek encam, tişta ku divê di demeke kurt de bê kirin; xurtkirina zemînê hiqûqî, hevparbûna di qadên parastinê û dîplomasiyê de, gihîştina prensîbên neteweyî yên ku cudahiyên îdeolojîk derbas dikin û ya herî girîng jî civakîkirina vê pêvajoyê ye. Ji ber ku peyama gel eşkere ye û pêkanîna vê peyamê êdî berpirsiyariyeke ku nayê paşxistin e.”