Mihrîcana Rojên Amara bi dawî bû

Bi hezaran welatiyên di çerçoveya Mihricana Rojên Amara de bi boneya rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn Amarayê, pîrozbahiyên xwe pêk anîn.

1 deqe xwendin
Mihrîcana Rojên Amara bi dawî bû

Bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1ê nîsanê de Mihricana Rojên Amara dest pêkir. Bi hezaran welatî tev li vê mihricanê bûn. Di çerçoveya mihricanê de xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jê ji dayikbûyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Herwiha girseyê pankarta li ser, ‘Bi Rêbertiya azad ber bi yekitiya neteweyî ya Demokratîk ve’ dinivsî hilgirtin û wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4ê Nîsana 2009an de di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di encama êrişa cendermeyan de hatibûn kuştin rakirin.

Girsê bi gerandina govend û berzkirina dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo’ bi coşeke mezin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de pastayeke sembolîk a hatibû amadekirin jî hat birîn. Pîrozbahiya rojbûnê bi berzkrina dirûşmeyan û gerandina govendan bi dawî bû.