Mîhrîcana Cizîrê bi konsera mezin bi dawî bû
12emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê bi konsereke mezin bi dawî bû.

Şaredariya Cizîrê û Komeleya Birca Belek li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çarçoveya 12emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê de konsereke bi coş pêk anî. Mihrîcan bi konserê bi dawî bû. Li gel emdam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî hezaran kes tev li konserê bûn. Konser li Qada Agirkujiyê pêk hat. Di konserê de Koma Stêrkên Cûdî û Rojhat Cizîrê stranên xwe vegotin û bi hezaran kesan govend li ber stranan gerand.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser pokîtîkayên dewletê yên li ser ziman û çanda kurdan. Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku parastina ziman û çandê parastina nasnameya kurdan e û xwest her kes xwedî nasnameyê biparêze.
Beşdarên konserê bê navber dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û konser bi gerandina govenda li ber stranên hunermendan bi dawî bû.


