Ciwanên DEM Partiyê li Stenbolê Cejna Kurdî pîroz kirin

Meclisa Cîwanan a DEM Partiyê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke li dar xist li ser girîngiya ziman rawestiyan.

1 deqe xwendin
Ciwanên DEM Partiyê li Stenbolê Cejna Kurdî pîroz kirin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li dar xist. Endamên meclisê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bernameyê bûn. Bername li avahiya navçeya Bagcilarê ya DEM Partiyê pêk hat. Beşdaran di bernameyê de bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin. Bername ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyane xwe ye dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de sînevîzyona ku qala girîngiya zimanê Kurdî dike hate temaşekirin. Pîştî sînevîzyonê koma Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê derketin ser dikê û şanoya ku qala têkoşîna li dijî bişaftinê dike, lîstin. Bername bi stranên hunermend Kanî Kal, Rojhilat Azad û Heval Firar bi dawî bû.