Ayhan Erkmen li Cizîrê bi lîstika Hawarê derket dikê
Çîrokbêj Ayhan Erkmen bi lîstika nû ya "Hawar", li Cizîra derket ser dikê.

Çîrokbêj Ayhan Erkmen bi lîstika nû ya bi navê "Hawar" li navçeya Cizîrê derket pêşberî temaşegerên xwe. Nîşandana ku di çarçoveya 12yemîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê ya ji aliyê Şaredariya Cizîrê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ve hatibû lidarxistin de, li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê pêk hat. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, gelek welatî û dildarên hunerê beşdarî nîşandanê bûn.
Lîstika ku îlhama xwe ji Kovara Hawarê werdigire, balê dikişîne ser kesayetên wekî Ahmedê Fermanê Kîkî û Şêx Ebdurehmanê Garisî ku Celadet Alî Bedirxan jê îlham wergirtiye. Ayhan Erkmen jiyana Bedirxan a li Şamê, xebatên wî yên dîplomasiyê û ekola ku di zimanê Kurdî ava kiriye tîne ser dikê, bi vê lîstikê dostaniya kûr a ku Mîr li Şamê bi gelê Kurd re ava kiriye, vedibêje.
Di çarçoveya festîvalê de li Parka Çarkendalê lîstikên zarokan hatin nîşandan û kargeha zarokan hat lidarxistin. Di kargehê de zarokan wêne xêz kirin û çalakiya boyaxkirina rûyan hat lidarxistin. Kargeh bi stranên Kurdî bi dawî bû.


