Mîhrîcana Çand û Ziman li Cizîrê destpê kir
12emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê li Cizîrê bi bernameyên cur bi cur destpê kir.

12emîn Mîhrîca Ziman, Çand û Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê û Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belek ve tê lidarxistin bi tevlîbûnek xurt û coşek mezin destpê kir. Destpêkê ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û statuya zimanê Kurdî xwestin. Piştî daxuyaniyê, endamên Saziya Birca Belek çêkirina ‘Kulav’ nîşanî beşdaran dan. Piştre Panela Ziman, Wêje û Derûniya Civakê lidarxistin. Di panelê de Nivîskar Faysel Ozdemîr bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo civakê û got: “Ziman dayîka her tiştî ye.”
Danê êvarî jî li Rezê Mîra ku dikeve nava Keleha Birca Belek de dîwana dengbêjan hat danîn. Demgbêj Lavînya, Îpek Top, Hecî Ehmedê Şilyanî, Mihemedê Batî û Xelîlê Serigî stranên Herêma Botanê ji gel re vegotin. Di mîhrîcanê de ji bo meşa, ‘Ji bo aştiyê gav biavêje’ ku dê li taxa Cûdî were lidarxistin bangewazî hat kirin. Mîhrîcan dê sibe li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê bi, ‘Pêşbirka zanist û çandê’ berdewam bike.

