Li Stenbolê têkoşîna 1ê Gulanê û êrîş
Li Stenbolê karkerên ku xwestin li Taksîmê 1ê Gulanê pîroz rastî êrîşa polîsan hatin û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Li rawestgeha Sogutluçeşmeyê jî hezaran kedkar û welatî bi gerandina govendan li benda dema meşê ne.
Li gelek navendên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê pîrozbahiyên 1ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran tê pîrozkirin.
Polîs li Mecîdiyekoyê êrişî karkeran kir
Li Stenbolê jî navçeya Kadikoyê û semta Taksîmê karker ji bo meş û çalakiyan li dar bixin kom bûn. Partiyên siyasî û rêxistinên kedê û ciwanan ji bo1ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin li Mecîdiyekoyê hatin ba hev û xwestin ber bi Taksîmê ve meş li dar bixin. Bi ser vê yekê polîsan êrîşî girseyê kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kirin.
Hejmera kesên hatine binçavkirin nehate zanîn.
Li Sogutluçeşmeyê coş û govend
Yek ji navenên pîrozbahiyên 1ê Gulanê jî rewestgeha Sogutluçeşme ya Kadikoyê ye. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) û pêkhateyên kedê dê 1ê Gulanê li Îskeleya Kadikoyê pîroz dikin. Pîrozbahî dê bi dirûşma “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yek û biguherînin” tê lidarxistin.
Bi hezaran kedkar û welatî li rawestgeha Sogutluceşmeyê kom bûn û bi gerandina govendan li benda dema meşê ne.


