Ji ber şewatê rêya Til Temir-Zirgan hat girtin
Gelek mal piştî agir ji gundewarê Zirganê derbasî gundê El Eboş bû, şewitîn. Ji ber şewatê trafîka rêya Til Temir-Zirganî rawestiya.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek malên li gundê El Eboş ê bakurê Til Temirê ji ber agirê ji baregehên dewleta tirk ên ji gundewarê Zirganê, şewitîn. Welatiyan şewata malan belge kir. Di şewatê de zêdeyî 200 danim zevî şewitîn.
Di dîmenên de xuya dibe ku ji hundirê gund duxan û agir derdikeve. Şênî lez dikin û deverên ku şewat derketiye vala dikin. Welatî bi derfetên xwe şewatê vedimirînin. Hemwextî wê jî Tîmên Awarte ji saetên sibehê ve xebatên xwe dewam dikin. Ji ber şewatê gelek xanî û milkên welatiyan şewitîn. Fikar û metirsiya ku şewat bi mal û zeviyên din ên çandiniyê bikeve heye. Şewata li gundewarê Zirganê jî bi awayekî beşî tevgera trafîkî ya li ser rêya Til Temir-Zirganê qut kir. Tîmên Awarte û şênî hewl didin şewatê kontrol bikin û gundên li ser rêya şewatê biparêzin.
200 donim zevî şewitî
Ji ber şewata li gundên Delîk, Melik û Qeyrewanê yên Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim zeviyên çandiniyê şewitîn. Agirê ji gundewarê Zirganê derbasî gundê El Eboş bûye. Gelek mal şewitandin.


