Kurdan li Stenbol û Îzmirê 4ê Nîsanê pîroz kirin

Kurdên ku koçî Stenbol û Îzmirê bûne, bi boneya 77emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameyên pîrozbahiyê li dar xistin.

1 deqe xwendin
Kurdan li Stenbol û Îzmirê 4ê Nîsanê pîroz kirin

Rêxistinên DEM Partiyê û saziyên demokratîk li Îzmîr û Stenbolê 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. 

Îzmîr 

Rêxistina DEM Partiyê ya Bayrakliyê ya Îzmîrê, bi boneya 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist. Di şahiya ku li avahiya partiyê ya navçeyê hatî lidarxistin de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di dema pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Destpêke Dayika Aştiyê Cemîle Aydin axivî û diyar kir ku dayikên Kurd tevî hemû zehmetiyan bi salan e têkoşîna xwe didomînin û got: “Bi salan e ev gel di rêya Rêberê Gelê Kurd de dimeşe û têdikoşe. Serokatî ne tenê serokê gelê Kurd e, di guherîna Rojhilata Navîn de jî dibe pêşeng. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Em dibêjin; rojbûna te pîroz be Rêber Apo! Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê û Kurdistanê.”

Piştî axaftinan paste hat jêkirin. Paşê hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Azad derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Stenbol 

Li Stenbolê jî gelek bername û pîrozbahiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Kartal, Umraniye, Çatalca, Esenyurt, Bagcilar, Avcilar, Sancaktepe, Beylukduzu, Bakirkoy, Şîşlî, Eyup, Kagithane, Gazîosmanpaşa û navçeyên din bernameyên pîrozbahiyê li dar xist. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyan, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bernameyên pîrozbahiyê bûn.

Gel li avahiyên DEM Partiyê yên navçeyan kom bûn, sînevîzyon temaşekirin û bi gerandina govendê 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.