Ji Şengalê heta Almanyayê 4ê Nîsanê pîroz kirin
Ji Şengalê heta Almanyayê sazî û rêxistinên kurdan 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Li Almanya û Şengalê nûnerên sazî û rêxistinên civadî û demokratîk bi girseyî 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Almanya
Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi tevlêbûna jin, zarok û gelek welatiyan 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
Li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel axaftin hatin kirin. Dîsa Hevserokê FED-MEDê Ehmed Kobanê jî di pîrozbahiyê de axivî. Di axaftinan de diyarkirin ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd ji bo jinên Kurd tê wateya ”ji nû ve zayînê”.
Pîrozbahî bi stran, dirûşm û govendê bi dawî bû.
Şengal
Li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozkirin. Di şahiyê de rojbûn li tevahiya civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê hate pîrozkirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li Parka Şehîd Dijwar a Xanesora Şengalê, bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek pîrozbahiyê li dar xist. Pîrozbahî bi beşdariya endamên sazî û rêxistinên Şengalê , tevî gelê herêmê birêve çû. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, li Navenda Sitiya Nexşayê ji aliyê gel ve bi armanca silavkirina 4ê Nîsanê dar hatin çandin.
Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo ruhê şehîdên Êzidxan û tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Paşê li ser navê Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel axaftinek kir.
Neam Bedel bal kişand ser wate û girîngiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd a ji bo civaka Êzidî û diyar kir ku destkeftiyên îro li Şengalê hatine bidestxistin, bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayên azadiyê ne. Dayê Neam 4ê Nîsanê li tevahî Tevgera Azadiya Kurdistanê pîroz kir û daxwaza civaka Êzidî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan careke din bi biryardarî dubare kir.
Pîrozbahî bi coş berdewam kir û rengê zarokan lê zêde bû. Bi pêşengiya mamosteyên Dibistana Şehîd Xêrî ji bo zarokan pêşbirkên cuda hatin lidarxistin . Koma Hêviyên Şengalê ya Sitiya Nexşayê bi stranên xwe yên şoreşgerî coşa pîrozbahiyê geş kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê heya êvarê dewam kir.


