Îsraîl îdia dike ku fermandarê Îranê kuştiye
Îsraîlê ragihand ku wan fermandarê leşkerî yê Îranê Alî Abdollahî Alîabadî di encama êrişên hewayî de kuştine.

Şerê DYA, Îsraîl û Îranê di roja 11emîn de berdewam dike. Îsraîlê ragihand ku wan di êrişên duh de fermandarê leşkerî yê bilind ê Îranê Alî Abdollahî Alîabadî kuştiye.
Tê gotin ku Alîabadî yek ji kesên nêzîk ên Rêberê Bilind ê Îranê Alî Xameney bû. Çapemeniya Îsraîlê ragihandin ku Alîabadî di nav hedefên sereke yên êrîşên dawî de bû.
Lê Îranê heta niha der barê îdiayên kuştina Alîabadî de daxuyaniyeke fermî nedaye.


