Amerîka û Îranê li ser nexşerêyek 60 rojî lihev kirin

Li gor daxuyaniya hevpar a hikûmetên navbeynkar (Pakistan û Qeter), di rûniştina despêkê ya navbera şandeya Îran û Amerîkayê de, li ser nexşerêyek ku armanc dike di nava 60 rojan de lihevkirinê çêbike û şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike, li hev kirin.

1 deqe xwendin
Amerîka û Îranê li ser nexşerêyek 60 rojî lihev kirin

Şandeyên DYA û Îranê, di rûniştina ewilî ya muzakereyên ku roja yekşemê li herêma Burgenstock a Swîsreyê hatin lidarxistin de, pêşketineke girîng bi dest xist.

Di daxuyaniya hevpar a hikûmetên navbeynkar Pakistan û Qeterê de, hat diyarkirin ku aliyan “pêşketinên bi cesaret” bi dest xistin.

Li gorî daxuyaniyê, aliyan li ser nexşerêyeke ku armanc dike di nava 60 rojan de lihevkirinê çêbike û şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike, li hev kirin. Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku şandeyên DYA û Îranê wê di rojên pêş de li Swîsreyê muzakereyên teknîkî dewam bikin.

Yek ji sernavên girîng ên muzakereyan jî, Tengava Hurmuzê bû.

Li gorî daxuyaniya navbeynkaran, ji bo mîsogerkirina ewlehiya derbasbûna keştiyên bazirganiyê û bi armanca astengkirina şaş fêmkirinan, wê navbera Îran û DYAyê xeteke peywendiyê ya rasterast were avakirin.

Ji bo Lubnanê yekîneya rêveberiyê ya şer

Aliyan ji bo parastina agirbesta li Lubnanê jî li ser avakirina “yekîneya rêveberiyê ya şer” li hev kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mekanîzmaya navborî wê bi tevlîbûna Îran, DYA, Lubnan û welatên navbeynkar, fealiyet bimeşînin.

Hat ragihandin ku wezîfeya esas a vê çêkerê, wê rawestandina operasyonên leşkerî yên li Lubnanê û astengkirina binpêkirinên agirbestê be.