HRW xwest Îran girtiyan serbest berde

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ji bo rawestandina darvekirinên li Îranê xwestin, girtî bêne berdan.

1 deqe xwendin
HRW xwest Îran girtiyan serbest berde

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) û Tora Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê derbarê metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî û rewşa welatiyên hatine binçavkirin, daxuyanî da. 

HRWê di daxuyaniyê de diyar kir ku girtiyên siyasî bi metirsiyek dualî re rû bi rû mane û got: “Ji aliyekê ve metirsiya êrişên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê, ji aliyê din ve jî binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan ji aliyê rayedarên Îranê ve ku darvekirinên komî an jî neqanûnî û veşartî digire nav xwe.” 

HRWê destnîşankirin ku di vê demê de (dema şer de) neh girtiyên siyasî bi sûcê ‘çekdarî û serhildanê’ hatine darvekirin û egera zêdebûna hejmara darvekirina girtiyên siyasî heye û wiha lê zêde kir: “Desthilata Îranê ne amade ye di rewşa şer de girtiyan azad bikin, heta pêla girtinên komî û kêfî yên çalakvan û welatiyan dijwartir kiriye, bi hezaran girtî di rewşekê de ne ku derfeta wan a xweparastinê nîne, stargehek ewle ji wan re nehatiye dabînkirin û li ber tundiya navxweyî û êrişên derve ne û heta hinek girtîgeh ber bombebaranan ketine. Pirsgirêkên herî sereke yên girtiyan kêmkirina para xwarinê, daketina qelîteya xizmetguzariyan, nebûna derman û çavdêriya bijîşkî û sînordarkirina peywendiya bi malbatên wan re ne.” 

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li Îranê bikin da ku demildest girtiyên siyasî û kesên bi kêfî hatine binçavkirin azad bike û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.