Gel li 4 navendan 4ê Nîsanê pîroz kir

Şêniyên bajarên Til Temer, Tirbespiyê û Girkê Legê rojbûna rêber Abdullah Ocalan bi çandina daran û şahiyan 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. YPJê jî, ji bo damezirandina xwe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd şahî li dar xist.

1 deqe xwendin
Gel li 4 navendan 4ê Nîsanê pîroz kir

Li bajarên Til Temir, Tirbespiyê û Girkê Legê di bin dirûşmeya "4ê Nîsanê Zayîna Azadiya Jinan û Civaka Demokratîk e" de, bi beşdariya bi sedan şêniyan, çalakî û pîrozbahiyên mezin hatin lidarxistin.

Til Temir 

Kongra Star li Hola Kenir a li navenda bajarê Til Temirê pîrozbahiyek mezin li dar xist. Di çalakiyê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  Têkoşîn Efrîn axivî û diyar kir ku ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roleke pêşeng daye jinan. 

Pîroz bahî bi stran û gerandina govendê berdewam kir.

Tirbespiyê 

Pêkhateyên cûda yên Tirbespiyê jî bi heman armancê li Parka 4ê Nîsanê pîrozbahî li dar xistin. Di pîrozbahiyê de, endama Kongra Star Minteha Mehmûd axivî û diyar kir ku ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja ji nû ve vejîna azadiyê ye. 

Minteha Mahmûd da zanîn ku ew vê rojê pîroz dikin û soza xwe ya ji Rêber re nû dikin û got: “Em ê têkoşîn û xebatê li gorî ramana wî ya azadiyê bidomîne."

Di pîrozbahiyê de koma Muzîkê ya Şehîd Bawer, hunermend Newroz Efrîn,  Daniş Botan û Koma Şehîd Xebat stranan pêşkêş kirin.

Girkê Legê 

Şêniyên Girkê Legê, Rimêlan û gundên derdorê li Navenda Hêzên Parastina Civakî pîrozbahî li dar xistin. Di pîrozbahiyê de, endama Kongra Star Fatma Lekto axivî û pîrozbahî li beşdaran kir û diyar kir ku jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan jidayikbûna aştî û azadiyê temsîl dike, û felsefeya wî bûye egera belavkirina heskirin û lihevhatinê di navbera civakên cûda de. Fatma destnîşan kir ku gel deyndarê Abdullah Ocalan, şoreşa wî û têkoşîna wî ne. Fatma projeya Rêber Ocalan ya "Aştî û Civaka Demokratîk" wekî deriyek ji bo bidestxistina aştiyê ji bo hemû gelan bi nav kir. Di pîrozbahiyê de "Koma Şehit Elîna" û "Koma Kevneşopî" û çend hunermendên din, stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

YPJê damezirandina xwe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kobaniyê salvegera 13emîn a damezrandina YPJê û jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Şervanên YPJê ji bo pîrozkirina salvegera 13emîn a damezrandina YPJê û jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan Girê Miştenûrê li Kobaniyê. Şervanan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rêber!” û “Bijî berxwedana jinan!” qîr kirin.

Dema ku gihîştin Girê Miştenûr, şervanan bi tilîliyan û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe!” dar çandin. Piştre, ji fermandarên YPJê, Dilbrîn Kobanî li Kobaniyê axivî û 4ê Nîsanê li hemû şervanan, şehîdan, malbatên wan û gelê Kurd pîroz kir.

Dilbirîn  Kobanê destnîşan kir ku ev roj du bûyerên girîng bi hev re tîne: damezrandina YPJ û jidayikbûna Abdullah Ocalan, ku xalek werçerxê ya dîrokî nîşan da û bû çirayek ku rêya mirovahiyê ronî kir.

Piştî ku axaftin bi dawî bû, şervanên jin govend gerandin.