Zêdetirî 200 rewşenbîr banga lêkolîna bûyera Xezal Mewlan kirin

Rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl têkildarî şehîdbûna Xezal Mewlan bang li Dozgeriya Giştî kirin ku lêkolînê li ser mijarê bikin û erkê xwe yê yasayî bi cih bînin.

1 deqe xwendin
Zêdetirî 200 rewşenbîr banga lêkolîna bûyera Xezal Mewlan kirin

Ji rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl yên başûrê Kurdistanê 211 kesan der barê bûyera şehîdbûna pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan Xezal Mewlan ya rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dîsa emin û çiyayên me, dîsa di dema hembêza pêkvejiyanê de xencer li me hat xistin. Dîrok ji me re dibêje ku aştî ji bo kurdan gotinek ku destpêka wê heye lê dawiya wê nîn e. Lewma çekê herî mezin ê di destê me de, yekdengî û yekitiya me ye.

Bi navê rewşenbîr, hunermend û çalakvanên sivîl yên başûrê Kurdistanê, wekî erkeke neteweyî û nîştimanî; çawa ku di doza Rojava de, di jêkirina kezî û şehîdkirina şervanên kurd de em bûn dengê bi dehan milyonî yê neteweya xwe li seranserê cîhanê û me karî herikîneke yekdeng û yekgirtî ava bikin û hêviya neteweyî ji bo kurdan li her derê dinyayê vegerînin; bi heman rengî em xwe li hemberî her dozeke neteweyî ya ku tê serê gelê kurd li her parçeyekî Kurdistanê be, bi berpirsiyar dizanin.

Hevdengiya me ya vê carê taybet ji bo Rojhilatê welat e. Di rojên borî de ji ber êrişeke balafirên bêmirov, çend pêşmergeyên Rojhilat bi giranî birîndar bûn ku piştre ji ber xemsariya çend nexweşxaneyan, yek ji wan şehîd bû û tevli karwanê nemirên rêya azadiya Kurdistanê bû. Ji vê perspektîfê ve, em wekî vê koma rewşenbîr, hunermend û çalakvanan radigihînin ku; Xanim Xezal Mewlan keça me, şoreşgera me û şehîda me ye. Emê parastina mafên wê yên hatiye xwarin bikin.

Beriya her tiştî, em her cure lêdan û bombebarankirina bajarên Kurdistanê ji aliyê komên milîs û yên ji yasayê derketî û dewletan ve li ser sazî û dezgehên welatê me û ser û malê welatiyên sivîl li başûrê welat şermezar dikin. Em di wê baweriyê dene ku ev şer bi neheqî li ser gelê kurd hatiye sepandin. Belgeya vê neheqiyê jî daxuyaniyên kurdên li Başûr û hêzên Rojhilat ên li Başûr niştecihin ku bi zelalî diyar kirine ku ew ne parçeyek ji vî şerî ne yê ku herêmê vegirtiye. Lewma lêdan û bombebarankirina kurdan li her der û parçeyekî be, bi hinceta şer, neheqî ye û ji her exlaqekî mirovî dûre.

Em di wê baweriyê dene ku neheqiyeke pir aşkere li hemberî wê hatiye kirin. Em helwesta wan nexweşxaneyên ku dermankirina wê red kirine, wek neheqî dibînin. Ev berteka wan dûrbûna ji exlaq û pîşeya bijîşkî û binpêkirina sonda yasayî ya bijîşkî ye. Em rêveberiya wan nexweşxaneyan, bi taybetî her du nexweşxaneyên Bexşîn û Asya, berpirsiyar dibînin û vê yekê wek sedema sereke ya mirin û şehîdbûna Xanim Xezalê dizanin. Herwiha bang li desthilata Dozgeriya Giştî ya parêzgeha Silêmaniyê dikin ku di vê mijara mirovî û neteweyî de dengê xwe derxin, di vekirina dosyaya lêkolînê û tespîtkirina aliyê kêmtirxem de xemsariyê nekin û raya giştî ji encaman agahdar bikin.

Ew hincetên ku nexweşxaneya taybet a (Bexşîn) di daxuyaniya xwe de belav kirine ku qaşo ji ber nebûna kaxiza polîsan wernegirtine, em wek tiştekî nayê qebûlkirin dibînin. Li gorî naveroka vê rênimaya ku qala wê tê kirin de bi zelalî ji bo birîndarên mijarên sûcdarî û tawanên kesî hatiye diyarkirin, lê mijara Şehîd Xezal ji ber ku birîndara bombebarana şer bû, nedihat qebûlkirin ku nasname, ziman, cografya, ol û rengê çermê wê bibe asteng li ber dermankirina wê, di zûtirîn dem de û bêyî dudilî divê dermankirina pêwîst jê re bihata kirin û jiyana wê ji mirinê bihata rizgarkirin.

Di niha de ji ber gefên berdewam ên li ser başûrê Kurdistanê û herwiha ji bo parastina jiyana welatiyên me, mixabin nabe ku ti cure kombûneke cemawerî bê rêkxistin.

Xeyala ewên li dijî kurdan sernakeve, ger bixwazin bi van cure êrişên dijminane yekrêzî û yekdengiya kurdan têk bidin û wan ji daxwazkirina mafên wan ên rewa sar bikin, her dilopeke xwîna şehîdekî, dareke din a azadiyê mezin dike, kîna me ya dîrokî zêdetir dike û me li ser daxwazên me yên rewa ji bo gihîştina bi mafên me yên neteweyî bi biryartir dike.

Her kesê ku bi vê daxuyaniyê re hevdenge, dikare navê xwe li lîsteyê zêde bike.”