Bafil Talabanî: Çekên Amerîkayê ji Silêmaniyê nehatine dizîn

Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî derbarê çekên serokê Amerîkayê behs dikir ku aliyek kurd biriye de, got; ‘‘Ev çek ji Silêmaniyê nehatine dizîn, her kesê ku ev yek kiribe, karekî xirab kiriye.’’

1 deqe xwendin
Bafil Talabanî: Çekên Amerîkayê ji Silêmaniyê nehatine dizîn

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê çekên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump behs dike ku aliyekî kurd biriye, eşkere kir ku ev çek ji Silêmaniyê nehatine dizîn û got: “Her kesê ku ev yek li gel hevalbendê xwe kiribe, karekî pir xerab e.”

Bafil Talabanî di hevpeyvînek xwe ya bi kanala Fox News a Amerîkî re behsa mijarê kir.

Bafil Talabanî ragihand ku Kurdistan xwedî çîrokek cûdaye û got: “Di rastiyê de em hem welatin, hem jî ne welatin, hikûmeta me heye û di heman demê de hikûmeta me nîne jî. Ji ber wê, dikarim piştrast bikim tu kesî ji Silêmaniyê ew çek nebirine û ez nikarim li şûna partiyên din jî biaxivim. Ew gotinên ku li ser dizîna çekan hatine kirin, ne ji xwe ve ne. Tiştê ku hatiye kirin cihê şermê ye. Raste, bikaranîna Kurdan wekî mertalê şer fikrek xirab bû, lê belê ev yek cuda ye ku tu diziyê li hevalbendê xwe bikî. Lewma li gorî min wê encamên vê yekê yên xirab hebin.”

Hêjayî gotinê ye Serokê Amerîkayê Donald Trump di 5ê Nîsana 2026an de, di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox News re gotibû: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gelek çek ji bo xwepêşanderên dijî hikûmetê yên li Îranê şandine. Me ew di ser kurdan re şandin. Ez bawer dikim ku kurdan ew çek ji bo xwe girtin û birin.”