Li Antalyayê hevdîtina krîtîk a Ahmed Şara û Hakan Fîdan
Serokomarê Demkî yê Hikûmeta Sûriyeyê Ahmed el-Şara, ji bo beşdariya 5emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF2026) gihîşt Tirkiyeyê. Ev serdan di demekê de pêk tê ku hevsengiyên nû li herêmê û Sûriyeyê tên nîqaşkirin.

Ahmed el-Şara şeva borî gihîşt bajarê Antalyayê û ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve hat pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku her du aliyan hevdîtineke rû bi rû pêk aniye, lê belê derbarê naveroka vê hevdîtinê de heta niha tu hurgilî ji bo raya giştî nehatine parvekirin.
Rojeva forûmê dîplomasî ye
Tê payîn ku di çarçoveya Forumê de, Şara bi gelek dîplomat û lîderên navneteweyî re bicive. Mijarên sereke yên ku di rojeva şandeya Sûriyeyê de ne, ji nûve akirina welat, ewlehiya herêmî û peywendiyên bi cîranan re ne.
Ev serdana Şara wekî gaveke giring a dîplomasiya Sûriyeyê ya li qada navneteweyî tê nirxandin. Her wiha tê payîn di ADF2026an de peyamên derbarê paşeroja siyasî ya Sûriyeyê de werin dayîn.


