Zarokan li gel malbatên xwe şahiya muzîkê li dar xistin

Şagirtên dersên muzîkê û malbatên xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiyek li dar xistin.

1 deqe xwendin
Zarokan li gel malbatên xwe şahiya muzîkê li dar xistin

Li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo şagirtên muzîkê û malbatên wan şahiyek amade kirin. Zarokên ku malbatên wan li Sûrê ne û li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê diçin kursên muzîkê beşdarî bernameyê bûn. Şagirt û malbat li hewşa saziyê kom bûn û bername amade kirin. Beriya bernamê her malbatekê li gor derfetên xwe xwarin û vexwarin anîn saziyê û bi hevre xwarin xwarin. Piştre hûnermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ji bo zarok û malbatan şahiya muzîkê li dar xistin.