Li Qamişloyê amadekariyên Festîvala Şanoya Zarokan
Li Qamişloyê amadekariyên Sêyemîn Festîvala Şanoya Zarokan gihîşt qona dawî. Endamekî Komîna Şanoyêo diyar kir ku nêzîkî 600 zarokan ji 7 komên şanoyê dê beşdarî festîvalê bibin.

Tevgera Çand û Hunerê, bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hilala Zêrîn, amadekariyên lidarxistina "Sêyemîn Festîvala Şanoya Zarokan" dike. Komîteya şanoyê 3 meh in amadekariyê dike. Bi armanca ku wan ji bo festîvalê amade bike û jêhatîyên wan ên hunerî pêş bixe.
Heft komên şanoyê, ku ji zarokên temenê wan di navbera 11 û 16 salî de pêk tên, dê beşdarî festîvalê bibin. Komên beşdar ev in:
2 komên şanoyê ji bajarê Dêrikê; Koma yekem dê şanoyek bi navê "Gule" pêşkêş bike, koma duyem, ku ji zarokên şehîdan pêk tê, dê şanoya "Şêr û Mişk" pêşkêş bike.
Komeke şanoyê ya zarokan ji gundê Girbawî, nêzîkî Qamişloyê, dê şanoyek bi navê "Reş Belek" pêşkêş bike.
3 komên şanoyê ji Hesekê dê beşdar bibin, di nav wan de komeke Ermenî, komeke ji Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr, û komeke girêdayî Tevgera Hilala Zerîn.
Komeke şanoyê ya girêdayî Navenda "Yekpar" jî dê beşdar bibe.
Zimanê kurdî zimanê sereke ye
Endamê Momîna Şanoyê, Ekîn Ronî got: "Me hejmareke mezin ji perwerdekar û çavdêrên pispor erkdar kirine ku bi zarokan re li bajarên cûda bixebitin, bi armanca avakirin û perwerdekirina komên şanoyê ji bo beşdarbûna festîvalê."
Ekîn Ronî wiha domand: "Di çend mehên borî de li bajar û bajarokên cuda prova hatin kirin, û niha hemû kom ji bo provayên dawîn li Şanoya Mihemed Şêxo gihîştine Qamişloyê."
Ekîn Ronî destnîşan kir ku zarokên beşdar, tevî temenê xwe yê biçûk, asta têgihîştinê ya bilind û hezkirine mezin ji bo hunerê nîşan dan, ku ev yek bi awayekî zelal di perwerdeyên wan ên di dema provayan de diyar bû.
Ekîn Ronî diyar kir ku rojeva festîvala îsal bi taybetî li ser zimanê Kurdî ye. Her wiha diyar got: "Bi rêya festîvalê, em armanc dikin ku zimanê Kurdî di nav zarokan de pêşve bibin û belav bikin, di heman demê de ji bo komên din jî derfetek peyda bikin ku bi zimanên xwe yên dayikê, wekî Ermenî û Erebî, berşdar bibin."
Ekîn Ronî da zanîn ku ku hemû amadekariyên teknîkî yên têkildarî derhênerî, dekora sehneyê, ronahîkirin û muzîkê gihîştine qonaxên xwe yên dawîn. Ronî destnîşan kir ku festîval dê roja 15ê Hezîranê, saet di 5:00an de li ser dikê Şanoya Mihemed Şêxo dest pê bike û 2 rojan dewam bike.
Festîvala îsal ji bo bîranîna çend hunermendên şanoyê tê lidarxistin, ji wan Dagistan Koçer, ku di 16ê Hezîrana 2011an de li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, Yekta Herkol, ku di 27ê Adara 2004an de li Helebê şehîd bû û hunermend Hêvî, ku di sala 2004an de li kampa Mexmûrê şehîd bû.
Di nûçeyek berê ya ajansa me de hatibû diyarkirin ku festîval dê 15 û 16ê Hezîranê were lidarxistin. Lê komîteya amadekar dema wê guhert ku dê 16 û 17 mehê were lidarxistin.
Li bajarê Kobanê jî dê bi beşdariyeke berfireh a komên şanoyê festîval were lidarxistin.


