Pirtûka 'Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm' hat çapkirin
Rojnameger û nivîskarê Azadiya Welat Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’ hat weşandin.

Pirtûka rojnameger û nivîskarê Azadiya Welat Îbrahîm Êzidî ya bi navê ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’ ku ji aliyê Êzdîn Şengalî ve hatiye redektekirin, li Weşanxaneya Şengalê hat çapkirin.
Pirtûk ji çar beşên sereke pêk tê û hewl dide ku rastî, êş, evîn, çand û felsefeya kûr a civaka Êzidî ji bin siya fermanan derxîne û bi nêrîneke geş û jiyanî pêşkêşî nifşên nû bike. Nivîskar Îbrahîm Êzidî bi xwe diyar dike ku ev ger û geştên wî yên li nav dilê çiyayê pîroz, ne tenê xebateke rojnamegeriyê bû, lê belê nêrîneke kûr a ber bi ruhê mirovahiyê û dîroka zindî ya civakê ve bû.
Di pirtûkê de, xwendevan bi rêwîtiyeke ruhî di nav rûberên Şengalê de dimeşin; ji Geliyê Kûr ê pîroz (ku stargeha parastina heft Tawisên Êzidiyan û cihê berxwedana li dijî Firîq Paşa bû) heta Geliyê Kersê û Milkê Kadînka ku di sala 1915an de bûbû penageha ermeniyên ji fermana osmaniyan reviya bûn.
Pirtûk herwiha weke bîra ferman û berxwedanê, behsa lehengên mîna Memoyê Elî (ku di sala 1936an de li dijî artêşa dagirker li Geliyê Kêrox heta dilopa dawî şer kir) û şahidiya Mam Kaka ya ji kêliyên fermanê dike.
Ji bilî êş û berxwedanê, ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’ rûmetê dide hîmên çandî û evînên ku mohra xwe li dîrokê xistine; mîna destana Leyil û Mecnûn û têkiliya wê bi Şikefta Leyl û Mecnûn a li Şengalê û serpêhatiya dilşewat a Geliyê Mitriba ku tê de dengê muzîk, def û zirneya hunermendan di bin keviran de girtî maye.
Di beşa dawî ya pirtûkê de, bala taybet li ser felsefeya pîroziyê ya di êzdatiyê de, girêdana kûr a bi xwezayê re, wateya ziyareta Tawisê Pîroz, Cejna Cimayê û pîroziya qubeyên mîna ya Şêx Mend, Çilmêra û gelek cihên din ên pîroz e.


