Xwendekarên Zarokistanan bi şahiyekê dest bi betlaneyê kir
Zarokistana Xalxalok û ya Perperike ku di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de dixebitin, li ÇandAmedê şahiya betlaneya perwerdehiyê ya dawiya serdemê li dar xistin.

Di şahiyê de xwendekarên Kreş û Mala Lênihêrtina Zarokan a Xalxalok û Perperike ku perwerdehiya pirzimanî dibînin, bi coş û kêfxweşiyeke mezin cih girtin. Zarokistanên ku bi zimanê dayikê, çand û nasnameya Kurdî xebatên xwe didomînin, bi vê şahiyê careke din tevkariya xwe ya hêja di pêşveçûna hişî, civakî û hestyarî ya zarokan de nîşan dan.
Cîgirên Hevşaredarên Peyasê, endamên Meclîsa Şaredariyê û malbatên zarokan beşdarî şahiyê bûn.
Mamosteyên Zarokistanan diyar kirin ku ew ê qadên jiyanê yên ku zarok tê de bi azadî hîn dibin, bi zimanê dayikê û nirxên çandî radibin, hîn firehtir bikin. Piştî axaftinên kurt, zarok derketin ser dikê û zarokan bi kelecaneke mezin hunera xwe dan nîşandan. Zarok strîn û govend gerandin û çalakiyên cihêreng nîşanî beşdaran dan.


