Îngilistan medyaya dijîtal ji bo zarokan tê qedexe dike

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer ragihand ku wê platformên medyaya dijîtal ji bo zarokên di bin 16 saliyê de werin qedexekirin. Hikûmet armanc dike ku sererastkirina nû heya dawiya salê bibe qanûn û di bihara sala 2027an de bikeve meriyetê.

1 deqe xwendin
Îngilistan medyaya dijîtal ji bo zarokan tê qedexe dike

Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer ragihand ku dê hikûmet bikaranîna medyaya dijîtal ji bo zarokên di bin 16 saliyê de ne qedexe bike. Starmer biryara berbehs weke ‘ji bo welêt û malbatan pêngaveke girîng’ pênase kir û got ku platformên medyaya dijîtal zarokan neşad dikin û rê li zordestî û îstîsmarê vedikin.

Tê plankirin ku yasaya nû beriya Noelê ji parlamentoyê derbas bibe û di destpêka sala nû de bikeve meriyetê.

Starmer da zanîn ku hikûmet têkildarî mijarê bes bi medyaya dijîtal re sînordar namîne û diyar kir ku ew ê tedbîrên ku rê li ber peywendiya bêyî kontrol a zarokan ya li gel kesên biyanî ya li ser platformên lîstikên online û weşanê jî bigire, bistînin.

Ji Youtubeyê nerazîbûn

YouTubeya girêdayî Googleyê nerazîbûnên xwe nîşanî biryarê da. Şîrketê hişyarî da ku qedexeya berbehs wê berê zarokan bide platformên anonîm û neewle.

Piştevaniya raya giştî bi hêz e

Biryar, piştî pêvajoya şêwra neteweyî ya di meha çileyê de hate destpêkirin û nêzîkî 116 hezar kesan nêrînên xwe yên têkildarî mijarê anîn ziman, hat girtin. Di xebatê de piraniya dayik û bavan gotiye ku rîskên medyaya dijîtal ên li ser zarokan ji feydeyên wê zêdetir in.

Ji sedî 91 dayik û bavên beşdarî xebatê bûne, diyar kirine ku divê sînorê temenê bikaranîna medyaya dijîtal 16 be.

Nîqaş berdewam dikin

Wezîra Çandê Lîsa Nandy got ku qedexe bi tena serê xwe nikare pirsgirêkê çareser bike û zarok wê qanûnan bin pê bikin.

Lê Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer tevî vê yekê jî anî ziman ku sererastkirina qanûnî hewce ye.

Serokwezîr Keir Starmer ev yek anîn ziman: “Ji ber ku ciwanek alkolê bi dest dixe em dev ji qedexekirina firotina alkolê ya ji zarokan re bernadin. Yasa bes ne qaîde ne di heman demê de nirxên civakê jî nîşan didin.”

Li cîhanê pêngavên hevşib

Beriya niha welatên weke Avustralya û Endonezyayê jî qedexeyên hevşib xistibûn meriyetê û Kanadayê dabû diyarkirin ku ew jî amadehiyên sererastkirina behbehs dikin. Li Fransayê jî pêşnûmayeke têkildarî zarokên di bin 15 saliyê de li parlamentoyê tê nîqaşkirin.

Her wiha hikûmeta Îngilistanê ji Apple û Googleyê xwest ku di nava sê mehan de pergalên ku rê li ber şandin û standina dîmenên têkiliyên zayendî bigire, pêş bixin û da zanîn ku ger ev daxwaz pêk neyê ew ê têkildarî vê mijarê jî sererastkirineke qanûnî bikin.