‘Divê em rêxistina jinan di parastina axê de bikin yek’
BRASILIA-3yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinan a Quilombola ya CONAQ ku li paytexta Brezîlyayê Brasília hate lidarxistin, bi sedan delege û nûnerên navneteweyî anî cem hev. Di kongreyê de ezmûna rêxistinî ya komunal a Tevgera Azadiya Kurd jî hat nîqaşkirin.

3yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinan a CONAQ (Koordînasyona Neteweyî ya Civakên Quilombola) ku di navbera 11-14ê Hezîranê de li paytexta Brezîlyayê Brasília hat lidarxistin, bi dawî bû. Di kongreya ku 600 delegeyan zêdetir ji welêt beşdar bûn, li ser rêxistina jinan, têkoşînên axê, serxwebûna aborî û hevgirtina navneteweyî nîqaş hat meşandin.
CONAQ ku di sala 1996an de hate damezirandin û îro li 24 dewletan zêdetirî 3 hezar û 500 civakên quilombola temsîl dike, wekî yek ji mezintirîn rêxistinên ku civakên reş li Brezîlyayê temsîl dike, xebata xwe didomîne. Têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bi damezirandina Kolektîfa Jinan a CONAQ di sala 2011an de gihişt qonaxek nû.
Di roja yekem a kongreyê de, xebata ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan ên jinên quilombola hate nîqaşkirin û têkoşîna 30 salî ya CONAQ hate nirxandin.
Maria Rosalia di panelê de axivî û girîngiya têkoşîna ji bo nasnameyê destnîşan kir û wiha got: “Ji bo ku em xwe biparêzin, me digot em ne quilombola ne. Ji bo ku em li ser pêyan bimînin diviyabû bîranîna me bihata veşartin. Lê niha ji bo berxwedanê divê em hemû zanînên ku di destê me de ne, bigihînin civakên xwe.”
Di roja duyemîn de, li ser krîza avhewayê û rola jinan di parastina axa xwe de hate nîqaşkirin. Wezîra Wekheviya Nijadî ya Brezîlyayê Rachel Barros, behsa ezmûna têkoşîna jinên quilombola kir û ev tişt anî ziman: “Divê em rêxistina xwe xurt bikin da ku axa xwe biparêzin û li hember krîza avhewayê li ber xwe bidin. Xwedîderketina li dîroka xwe ji bo parastina siberoja me girîng e.”
Di panela li ser têkoşînên navneteweyî de, gelek nûnerên ji Amerîkaya Latîn û Karayîban axivîn. Di nîqaşan de teqezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevgirtinê bi gelên ku li deverên cûda yên cîhanê têdikoşin, bi taybetî Tevgera Azadiya Kurd re hate kirin. Girîngiya avakirina torên navneteweyî di navbera jinan de hat destnîşankirin.
Di roja sêyemîn a kongreyê de, delege li 15 komên xebatê hatin dabeşkirin da ku mijarên wekî rizgariya jinan, têkoşînên jîngehê, rola ciwanan, serxwebûna aborî, serweriya xwarinê û hevgirtina navneteweyî nîqaş bikin. Ezmûna rêxistinî ya komunal a Tevgera Azadiya Kurd jî di komxebata hevgirtina navneteweyî de hat nîqaşkirin.
Ji Kolombiyayê nûnera PCNê Luz Mari Cardona jî bal kişand ser xalên hevpar ên di têkoşînên li seranserê erdnîgariyên cûda de û wiha got: “Li Kurdistan, Kolombiya û Hondurasê, yek ji armancên bingehîn ên şeran dagirkirina axê ye. Divê em rêxistina jinan di parastina axê de bikin yek.”
Di roja dawîn a kongreyê de, encamên komên xebatê hatin nirxandin û deklarasyonek dawîn hate pejirandin. Di deklarasyonê de armancên xurtkirina xweseriya siyasî û aborî ya jinan, parastina avahiyên kolektîf ên civakan, pêşxistina mekanîzmayên tezmînatê û berfirehkirina koordînasyona navneteweyî hatin destgirtin.
Beşdaran bal kişandin ser pêwîstiya rêxistinek bihêztir li dijî polîtîkayên faşîst û muhafezekar ên ku berfireh dibin. Kongreya çar rojî bi çalakiyên çandî û peyamên hevgirtinê ji civaka Reş re bi dawî bû.
Kolektîfa Jinan a CONAQ, careke din biryardariya xwe ya berdewamiya xebata xwe di dema nû de ji bo xurtkirina xweseriya jinan û pêşxistina rêxistina aborî û siyasî ya civakan ragihand.


