Xezîneya şaredariyan gel e
Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku beşdarî konferansa li Amedê bû, bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan a ‘Gel Xezîneya herî mezin e’ û got: “Xezîneya şaredariyan gel e.”

Konferansa Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk di navbera 6-9ê Hezîranê de li Çand Amedê ya Amedê pêk hat. Du rojan Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û di rojên tdawî de jî konferansa giştî pêk hat. Hevserokên Giştî yê DBPê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedar beşdarî konferans bûn. Di konferansê de li ser rêveberiyên heremî, rêveberiyên komunal û rê û rêbazan nîqaş kirin. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Rêber Abdullah Ocalan di peyamê de destnîşan dike ku Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e û wiha dibêje: “Di pêşxistina demokrasiya herêmî de rola rêveberiyên herêmî diyarker û pêşeng e. Pêngava yekem a demokrasiyê jî û a komunên demokratîk jî herêm e. Pêşxistina şaredariya gel a komunal û demokratîk, li ser vê rêyê rênîşander e. Ji bo vê yekê, divê ne li ser bingeha navend, desthilatdarî û yekdesthilatdariyê, li ser bingeha gel modelên alternatîf ên civakî, aborî û ekolojîk bên pêşxistin. Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e; heke keda gel bibe yek, tu pirsgirêka ku mirov nikaribe çareser bike nîne.”
Têkildarî naveroka Konferansê Hevşaredarê Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz nirxandinên girîng kir. Hoşyar Sariyildiz anî ziman ku konferans ji delegasyoneke 450 kesî pêk hat û got: “Piştî nirxandinên demdirêj û berfireh, veguherî belgeyeke helwestê ya girîng a rêveberiyên xwecihî.”
Hoşyar Sariyildiz, da zanîn ku di konferansê de qeyûm wekî desteserkirina vîna gel hat dîtin û got: “Di niqaşan de hat xwestin ku divê demildest dawî li polîtîkaya qeyûman bê anîn. Mijarên wekî tevkariya rêveberiyên xwecihî ya di civaka demokratîk de, rûniştandina feraseta “komûn şaredarî ye, şaredarî komûn e”, xeta sor a hevserokatî û nûnertiya wekhev, pêşniyarên derbarê polîtîkayên aborî yên alternatîf li dijî krîzên aborî yên heyî û afirandina qadên kar, nûbûna di rêbaza girtina karkeran a ji bo şaredariyan de, prensîba dûrketina ji luksê di şêwaza jiyan û feraseta meqam a rêveber û hevserokên şaredariyan de, zêdekirina tevlîbûna gel a di rêveberiyê de û mafê vekişandinê li dijî ferasetên desthilatdar, Şertnameya Xweseriyê ya Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê û şerhên Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin. Bi taybetî feraseta hevserokatî, rêveberiya komûnal, ziman, çand û rêveberiya pirzimanî wekî mijarên pêşîn hatin nîqaşkirin.”
Hişyar Sariyildiz, bal kişand ser pirsgirêkên bingehîn û wiha lê zêde kir: “Şaredariya me ji aliyê qeyûm ve feraseta antî-demokratîk û desthilatdar serdest bû. Feraseta serdestiya mêr a li hemberî pergala hevserokatiyê hebû. Dîsa, zor û zehmetiyên aborî û siyasî ji aliyê pergalê ve hatin derxistin. Armanc ew bû ku şaredariya ku gelê me bedelên mezin bi dest xist, nikaribe bixebite. Pirsgirêka me ya herî mezin pirsgirêka qeyûm e. Qeyûm li Akdenîzê pirsgirêka herî bingehîn e. Ev pirsgirêk hê jî didome. Em bi neheqî hatin binçavkirin û girtin û bi leza ronahiyê qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Lê gelê me xwedî li nûnerên xwe yên hilbijartî û vîna xwe derketiye, feraseta qeyûm red kiriye.”
Hoşyar Sariyildiz, bilêv kir ku wan bi ferqeke dîrokî hilbijartin qezenc kir û wiha pêde çû. “Em ê tu carî rê nedin feraseta qeyûm. Em ê ji bo teşhîrkirina texrîbata ku qeyûm afirandiye bixebitin û ji bo ku em şaredariyê dîsa bixin xizmeta gel, em ê di nav çalakî û xebatên siyasî de cihgirtina xwe bidomînin. Heta ku ev sosretiya pergala qeyûm bi dawî bibe, heçku ku em li ser peywira xwe bin, em ê bi rê û rêbazên din li çareseriyê ji pirsgirêkên gel re bigerin û em ê li cem gelê xwe bin. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em dewlet û desthilatê vedixwînin ku di vê mijarê de têkevin nava helwesteke ku li gorî ruhê pêvajoyê tev bigerin.”
Hoşyar Sariyildiz, anî ziman ku bi deh hezaran sal berê, dema ku mirov wekî hebûneke civakî cara yekem dest bi jiyana civakî kir, ji têgehên wekî zordarî, îstismar, koletî, pileya payedariyê û dewletê re biyanî bû û got: “Piştî şaristaniya dewletparêz a ku em wê wekî ji rê derketinekê di dîrokê de dibînin, tê zanîn ku çînên jorîn û serdestên rêvebir zilmeke mezin li gelan dikin. Di vê xalê de, eşkere ye ku rêya azadî û wekheviya gelan ew e ku gel, ji feraseta dewletparêz û serdestiya mêr dûr bisekinin. Birêz Ocalan pêvajoyeke jiyana exlaqî û polîtîk destnîşan dike. Diyar dike ku gel bibe vîna rêveber dê azad bibe. Di xaleke wiha de, gel dest bi xwerêveberiyê dike û êdî feraseta dewletparêz, serdestiya mêr, zordar û koledar vediguhere. Wekî rê û rêbaza vê yekê, modernîteya demokratîk a ku modelên neteweya demokratîk û komara demokratîk wekî alternatîfa modernîteya kapîtalîst esas digire, destnîşan dike. Di vê xalê de gel wekî xezîneya herî mezin; jiyana wekhev û azad a gelan jî wekî destkeftiya herî mezin tê dîtin.”


