Dorşîn Gok: Ji bo jinên hevşaredar encameke zelal derkete holê

Aktivîsta TJAyê Dorşîn Gok di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya konferansê û wan ev konfrerans diyarî Berîvan Kutlu û Mizgîn Denîz kiriye ku bîranînan wan wateyake mezin daye karê wan û wiha got: “Hûn jî dizanin, em di pêvajoyeke pir krîtîk û dîrokî re derbas dibin. Ji ber vê yekê, armanca me ya herî mezin ew bû ku em mîsyon û rola jinan a di nav civakê de hîn bêhtir xurt bikin.

1 deqe xwendin
Dorşîn Gok: Ji bo jinên hevşaredar encameke zelal derkete holê

Li Kurdistanê li gel polîtîkayên tayînkirina qeyûman jî pergala rêveberiyên herêmî ango şaredariyan bi taybetî ya hevşaredariyê; bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan tê meşandin. Ligel polîtîkayên tunnehesibandinê yên dewletê jî piştî ku qeyûm avêtin ser şaredariyên gelek bajarên Dem Partiyê bi dest xistî jî, li her navçe û bajaran jî hevşaredar ji nav gel derneketin û dev ji xebatên xwe bernedan. 

Di vê çerçoveya heyî de di 6-7ê hezîranê de bi dirûşma ‘Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin’ jin li Amedê di Konferansa Rêvebiriyên Xwecihî Yên Demokratîk de hatin ba hev. Konferans 2 rojan dewam kir û  li ser gelek xalên girîng ên meseleya jinan û pergala hevşaredariyê û komunan hat sekinandin.

‘Konferans dê di asta herîmî de guhertinên mezin bike’

Em jî bi yek ji aktivîstên Tevgera Jinên Azad Dorşîn  Gok re li ser Konferansa Rêvebiriyên Herêmî ya Jinan a ku 2 rojan berdewam kir, axivîn. 

Aktivîsta TJAyê Dorşîn Gok di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya konferansê û wan ev konfrerans diyarî Berîvan Kutlu û Mizgîn Denîz kiriye ku bîranînan wan wateyake mezin daye karê wan û wiha got: “Hûn jî dizanin, em di pêvajoyeke pir krîtîk û dîrokî re derbas dibin. Ji ber vê yekê, armanca me ya herî mezin ew bû ku em mîsyon û rola jinan a di nav civakê de hîn bêhtir xurt bikin. Çima? Ji ber  em pir baş dizanin mirov nikare pergala navendîparêz tenê bi gotinan biguherîne. Guhertin, tenê bi avakirina şaredariyên komûnal û bi hişmendiyeke azadîxwaz gengaz e. Ji bo me, ev konferans pêngaveke pir xurt e ku dê di asta herêmî de guhertinên mezin û radîkal bide destpêkirin.

‘Divê jin di rêvebiriyên xwecihî de pêşeng bin’

Dorşîn Gok bal kişand ser du rojên konferansê yên têr û tije derbas bûyî û da zanîn ku atmosfera her du rojan pir zindî û têra xwe bi nîqaşên kûr û polîtîk derbas bûne û wiha pêde çû: “Me herî zêde bal kişand ser sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev. Di nîqaşan de bi aşkereyî derket holê ku divê jin di rêvebiriyên herêmî de, bi nêrîneke civakparêz, di her warî de roleke pêşeng bileyîzin. Ev pêşengtî, bi serê xwe çîrokeke serkeftinê ye ji bo jinan. Çîroka serkeftina li dijî wê hişmendiya mêrsalar a ku keda jinan tune dihesibîne û bi hezar û yek lîstokan dixwaze rê li ber jinan bigire. Li ser vê bingehê, me dît ku her ku rêvebiriyên xwecihî xwe bi pergala azadîxwaz a jinê re xurt bikin, em ê bikaribin komunên xwe pir hêsantir û bi hêztir ava bikin.”

‘Nexşeya rêya serdema nû’

Di konferansê de jinan ji meseleyên Rojhilata Navîn, cîhanê û Kurdistanê li ser gelek naverokan sekinîn û nîqaşkirin. Têkildarî vê yekê jî Dorşînê wiha domand: “Ji ber ku wekî tevgera jinan, ev konferans ji bo me xwedî girîngiyeke pir mezin e. Nîqaşên ku li vir hatin kirin û perspektîfa ku derket holê, bi rastî nexşeya rêya serdema nû ya rêvebiriyên herêmî diyar dike. Bêguman, ev yek berpirsyariyeke pir mezin û barekî giran jî dide ser milên me. Di nîqaşan de her kesî dît ku pirsgirêkên li Kurdistanê, ji polîtîkayên gerdûnî û ji qeyranên Rojhilata Navîn ne qut in. Şer, tundî û krîzên aborî li her derê herî zêde bandorê li jinan dikin. Ji ber vê yekê, ji bo jinên hevşaredar encameke pir zelal derket holê. Hevşaredarên jin ne tenê rêvebirên bajarekî ne; ew avakerên modela alternatîf a sedsala 21ê ne. Jiyana komunal û jiyana hevpar dê ne tenê ji bo Kurdistanê, di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê jî bibe mînak. Ji nîqaşan ev biryardarî derket ku pergala hevserokatiyê bingeha hemû xebatên herêmî ye û parastina vê pergalê, parastina azadiya civakê ye. Jinên hevşaredar bûn xwedî hişmendiyeke hevpar ku polîtîkayên zayendparêz bi tevahî ji şaredariyan paqij bikin. Ev gav, dê bibin gavên avakirina jiyana wekhev û demokratîk a ku jin pêşengiya wê dike.”

‘Hemû biryar li ser avakirina jiyaneke nû bûn’

Aktivîsta TJAyê Dorşîn Gok di dawiya axaftina we de bal kişand ser hin xalên encamnameya konferansê û ev tişt bi lêv kir: “Me di vê konferansê de biryarên pir girîng û dîrokî wergirtin. Helbet mijar zêde ne lê eger bi kurtasî û bi çend xalan bînim ziman; bingeha hemû biryaran li ser ‘avakirina jiyaneke nû û azad’ e. Yek ji yên herî girîng ev bû ku me hem pirsgirêkên jinan nîqaş kirin hem jî li ser çareseriya pirsgirêkan sekinîn. Mesele tenê axaftin nebû, di warê perwerde û ziman de me got ku divê jin hem zêdetir beşdarî perwerdeyê bibin hem jî ziman û çanda me li her qadê bê xurtkirin.”