Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe gîhiştin xwediyên xwe

Xelatên Rojnamevaniiyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe bi tevlîbûna gelek rojnameger û nûnerên saziyan li avahiya Rojnameya Agosê ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat lidarxistin.

1 deqe xwendin
Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe gîhiştin xwediyên xwe

Xelatên 29emîn ên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn. Hazar Dost bi nûçeya “Bi pêncên tirk re hev nas bikin: Ji çekên hatine guhertin de rola Tirkiyeyê çi ye?” xelat wergirt. Ji T24 Cengîz Anil Bolukbaşi bi nûçeyê “AYM’ê derbarê kuştina Veysel Atilgan ê di bûyera Komkujiya 10ê Cotmehê de hatiye kuştin biryara bi yek hevokî: Mafê jiyanê nehat binpêkirin” xelat wergirt.

Xelatên juriyê

Ji Bîanetê Ayşegul Başar bi nûçeya “Ji D.K.yê li ser sînorê Nisêbînê hatiye îşkencekirin îdiaya “daxistina alê” nehat pirsîn”, Eylem Nazlier bi nûçeya “Zarokên li Girtîgehê: Verastkirin an îşkence” û Cemre Demîrcîoglû, Zeynep Şentek, Craig Shaw û Vedat Orûç bi nûçeya dosya “Ji keskê ber bi gewrê ve” xelatên juriyê ya taybet wergirtin.

Xelata beşa dîtbarî

Di beşa nûçeyên dîtbarî de ji T24 Emre Şîmşek xelat wergirt. Her wiha ji Halk Tv Elîfcan Yuksel jî xelata juriyê ya taybet wergirt.

Xelatê wêneyî

Xelata wêneyê nûçegihanê MAyê Adnan Bîlen bi wêneyî “Di bin postalan de şahidî” xelat girt. Adnan Bîlen xelata xwe ji rêveberê DÎSK Basin- Îşê Zana Kaya wergirt. Adnan Bîlen piştî xelata xwe wergirt axaftinek kir û got: “Piştî 19 salan ez dîsa heman xelatê distînim, ev ji bo min sedema şanaziyê ye. Bi vê wesileyê di şexsê Metîn Goktepe de tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînim. Xelata 2025’an jî dîsa wêneya berxwedana gelê Wanê ya li dijî xespkirina mazbatayê min wergirtibû. Ez li vir silavan ji gelê Wanê yê berxwedêr re dişînim. Vê xelatê diyarî kesên ku li dijî zilmê li ber xwe didin dikim. Nazim û Cîhan ji bo tiştên ku li Kurdistanê diqewimin ji cihanê re radigihînin hatin qetilkirin, Hêro û GulîstanTara bi rêzdarî bibîr tînim, vê xelatê diyarî wan dikim. Di şexsê rojnamevanên girtî Ziya, Nedîm, Alîcan û Îsmaîl de bang dikim ku rojnamegerên girtî berdin û herkesî vexdixwînim têkoşîna hevpar.”

Zana Kaya jî hemû rojnamegerên girtî bi bîr anî û got: “Ji heval Nedîm Orûç heta Merdan Yanardag tevahî hevalên me ji ber karê xwe hatine girtin. Rojnameger serî natewînin.”

Xelata rojnmavaniya herêmî

Di beşa rojnamevaniya herêmî de nûçegihan Akin Bodur bi nûçeya “Di sê zimanan cuda de muayene” a ku di rojnameya Îskenderûnê ya SESê de hatiye weşandin xelat wergirt.

Xelata Juriyê ya Taybet dane rojnamegerên girtî û yên dibin zextê de ne. Dayika Metîn Goktepe, Fadîme Goktepe li ser navê rojanemevanên girtî û yên di bin zextê de xelata juriyê ya taybet wergirt. Fadîme Goktepe diyar kir ku ew gelek keyfxweş e ku hevalên kurê wê hatine vir.

Piştî dayîna xelatan merasîm bi dawî bû.