Li Bismilê Fabrîkaya Nan a Gel hat vekirin
Şaredariya Bismilê Fabrîkaya Nan a Gel a ku dê rojê 10 hezar nanan hilberîne, bi merasîmekê vekir.

Şaredariya Bismilê ya ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) de ye, Fabrîkaya Nan a Gel a ku dê rojane 10 hezar nanan hilberîne bi merasîmekê vekir.
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekin ku beriya merasîmê li pêşberî fabrîkayê axivî, wiha got: “Bi feraseta Şaredariya Civakî ya ku em ev demeke dirêj e kedê ji bo wê didin, em kêfxweş in ku nanê bê hilberandin bi bihayekî guncav û bikalîte bigihînin gel.”
Hevşaredarê din Guven Tanrikulu jî wiha axivî: “Ji sala 2024an ve ku wekî serdema destpêkirina wezîfeya me ye, em hewl didin bi hişmendiya şaredariya civakî tevbigerin. Bi ramana ku em dikarin ji bo gelê xwe çi bikin, me xizmeta Nanê Gel da destpêkirin. Ji bo hemû gelê me ser xêrê be.”
Piştî axaftinan, Fabrîkaya Nan a Gel hat vekirin.


