Tulay Hatîmogullari: Di mijara aştiyê de partiya herî zelal em in
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, bersiv da rexneyên alîkarê serokkomar Cevdet Yılmaz ên li ser partiya wan û got: “Di mijara aştiyê de em xwedî zelaliyeke mezin in. Ji me zelaltir tu partiyek din nîn e. Me di vê rêyê de berdêlên giran da û em didin jî.”

Civîna Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan pêk hat. Tulay Hatîmogullari, di destpêka civîna ku li navenda giştî ya li Balgatê dest pê kir de li ser rojevê axivî.
Hatîmogullari diyar kir ku ew di heyameke ku li Rojhilata Navîn şer û kaos zêde bûye de civîna xwe pêk tînin û got ku ew ê bi MYK, parlamenter û Meclîsa Jinan re pêvajoyê bi berfirehî binirxînin.
Hatîmogullari destnîşan kir ku bandora şerê DYA û Îsraîlê yê li dijî Îranê li ser herêmê û Tirkiyeyê giran e û got ku ev geşedan dê di civînê de werin nirxandin. Hatîmogullari anî ziman ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê kûr dibe, pirsgirêkên ekolojîk û enerjiyê û herwiha pêkanînên antî-demokratîk ên zêde dibin jî dê bên gotûbêjkirin.
Hatîmogullari diyar kir ku asta ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye bidestxistin jî dê were nirxandin û got ku nexşeya rê û xeta têkoşîna piralî ya li dijî krîzên piralî dê di civînê de şekl bigire.
Divê gavên şênber bên avêtin
Hatîmogullari diyar kir ku piştî şerên li Xeza, Rûsya-Ukrayna, Somalî û Sûriyeyê, herikîna şer ber bi Îranê ve li Rojhilata Navîn bûye sedema şikestineke nû ya jeopolîtîk. Hatîmogullari anî ziman ku ev geşedan sîstema navneteweyî ji kûr ve dihejînin û got: “Şerê Îran, Îsraîl û DYA yê ku di 28ê sibatê de dest pê kiribû, niha bi agirbestekê derbasî qonaxa hevdîtinan bûye. Tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî hîna Libnan tê bombekirin. Ev hevdîtin dê di bin siya bombeyan de pêk werin. Em jî careke din dibêjin ku agirbesta ragihandî divê ne demkî, lê daîmî be. Yanî ji bo avakirina aştiyeke daîmî ne şer, divê gavên şênber bên avêtin. Pêdiviya Rojhilata Navîn ne bi aştiyeke taktîkî, lê bi aştiyeke stratejîk heye.”
Hatîmogullari axaftina xwe wiha domand: “Dersa herî girîng a ku ji şer were girtin, avakirina Îraneke demokratîk e ku aştiya civakî pêk bîne. Rêveberiya Îranê neçar e ku bi gelê xwe re li hev were. Rejîma ku agirbestê wekî fersendekê dibîne û bi sedan kesan binçav dike, divê dev ji dubarekirina şaşiyên dîrokî berde. Divê rejîm nekeve nêçîra kesên ku di zemîna demokratîk de ji bo maf, azadî û edaletê têkoşînê didin. Divê biryarên îdamê pêk neyne û dev jê berde. Divê Îran di siyaseta navxweyî de jî aştî ragihîne.”
Li Tirkiyeyê 3 krîz hene
Tulay Hatîmogullari got: “Rastiyek heye ku ji ber encamên vî şerî, krîza aborî, birçîbûn û xizaniya ku li welat jixwe hebû, hîn kûrtir bûye. Û îro li Tirkiyeyê krîza 3E (ekonomî, ekolojî, enerjî) heye. Talankirina xwezayê ya ji bo sermayeyê bi awayekî herî hov tê meşandin. Li Varto, Çorum, Karliova yan jî li her derê nexşeya Tirkiyeyê, hûn destê xwe biavêjin ku derê hûn bi wêranbûneke mezin a ekolojîk re rû bi rû dimînin. Lê em bi heman rengî bi berxwedanê re jî rû bi rû dimînin. Em wekî DEM Partî careke din silavên xwe ji van berxwedan û berxwedêrên herêmî re dişînin.”
Hevserokê giştî xwest ku Esra Işik a ku ji ber çalakiyên xwe yên ji bo xwezayê hatiye girtin bê berdan
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser krîza enerjiyê û got: “Ji esnafan heta pîşesazan jiyan li her qadê zehmet bûye. Li Tirkiyeyê krîzeke enerjiyê ya cidî heye. Digotin 'me petrol dît', 'me gaza xwezayî dît'. Nexwe ev li ku ne? Çima di vê demê de ku bihayê benzînê gihîştiye ser 62-64 lîreyan, ew nakevin dewrê? Divê KDV û OTV ya li ser sotemeniyê bi temamî were rakirin. Divê barê bacê yê li ser xurekên bingehîn were rakirin; gaza xwezayî, elektrîk û av ji bo her malekê heta sînorê mûçeya herî kêm bêpere were dayîn.”
‘Di mijara aştiyê de partiya herî zelal em in’
Hatîmogullari di axaftina xwe de bersiv da alîkarê serokkomar Cevdet Yilmaz ê ku gotibû "Divê hûn di pêvajoyê de zelal bin" û wiha got: “Di mijara aştiyê de xwedî zelaliyeke mezin in. Ji me zelaltir tu partiyek din nîn e. Me ji bo vê berdêlên pir giran da û em didin jî. Em îfadekirina vê yekê ji bo xwe wekî zilm dibînin.”
Tulay Hatîmogullari bi bîr xist ku îktîdar pêvajoyê dirêj dike û got: “Hêza çêkirina qanûnan li ba we ye, di destê îktîdarê de ye. Yê ku pêvajoyê ber bi demê ve belav dike hûn in. Demokrasî nabe mijara bazarê. Pirsgirêka kurd nebe jî, pirsgirêka demokrasiyê ya vî welatî heye. Em ji bo avakirina komareke demokratîk têdikoşin.”
‘Em ji bo vekirina damarên girtî yên demokrasiyê têdikoşin’
Hatîmogullari li ser kuştina jinan jî agahî dan û got ku tenê di meha adarê de 29 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 22 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Hatîmogullari anî ziman ku divê li dijî van komkujiyan têkoşîneke bihêztir were meşandin û dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li her derê were belavkirin.
Hevseroka Giştî xwest ku Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag, girtiyên doza Kobanê, Can Atalay û girtiyên Geziyê serbest werin berdan û got: “Ger qeyûm werin rakirin û kesên hatine hilbijartin vegerin ser karê xwe, ma Tirkiye nefesekê nastîne? Distîne. Em ji bo vekirina damarên girtî yên demokrasiyê têdikoşin.”
Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de bang kir ku bi ruhê 8ê Adarê û Newrozê qadên 1ê Gulanê tije bikin û wiha got: “1ê Gulanê roja berxwedana hevpar a bindestan e. Em ê bi dirûşmeya ‘Nan Aştî û Edalet’ li çar aliyê Tirkiyeyê li qadan bin.”


