Gelo artêşa tirk li dijî pêvajoyê ye?
Artêşa tirk nahêle welatiyê 21 gundên Zaxo vegerin ser milk û zeviyên xwe yên li gundên li Behdînanê. Têkildarî mijarê Endamê CPT ya Amerîkî Kameran Osman ânî ziman ku artêşa tirk di nav malên welatiyan de baregeh ava kirine.

Di çarçoveya Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de hatiye destpêkirin û ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve agirbest hate ragihandin û hemû çalakiyên leşkerî hatine sekinandin jî; hê jî artêşa tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê kiryarên xwe didomîne.
Endamê CPT ya Amerîkî Kameran Osman li ser rûpela xwe ya Facebookê vîdyoyek weşand ku leşkerên artêşa tirk rê li ber welatiyên gundên Îdareya Serbixwe ya Zaxo digirin. Di dîmen de diyar dibe ku artêşa tirk rê li ber vegera welatiyên 21 gundên Îdareya Serbixwe ya Zaxo digire.
Kameran Osman behsa wê yekê jî kir û got: “Di 15yê Hezîranê de, leşkerên Tirk li gundê Şeraniş Serê rê li ber gundiyan girtin ku vegerin gundên xwe yên li herêmên Sindî û Gulî yên Zaxoyê, ji wan re gotin ku gundên wan êdî di bin kontrola artêşa Tirk de ne.”
Li gorî gotinên gundiyan, leşkerên tirk li herêmê ji bilî avakirina baregehên leşkerî, ew di nav xaniyên terikandî yên gundiyan de mane û malên wan dagir kirine.
Roja Duşema borî jî, Kameran Osman li ser heman mijarê raporek weşand ku tê de wiha hate gotin; “Di 10ê Hezîranê de, rêveberiya herêmî ya gundê Derkar û bajarokê Batîfa yê Zaxoyê, gundiyên herêma Sindhi û Guliyê agahdar kir ku ew dikarin di meha Hezîranê de vegerin gundên xwe.
Niştecihên gundên Sinate, Êre, Heftanîn, Dêreşîşê, Mêrgaşîşe, Ava Gîzê, Bacwa û gundên Geliyê Pizaxa (Binexirê, Marsîs, Kelok) û 11 gundên din ji bo serdana gundên xwe dikevin rê. Dema ku ew digihîjin gundê Şeranişa Serî, dibînin ku artêşa Tirk li ser rê nuqteyek kontrolê daniye. Ew gundiyên ku vedigerin ji wesayîtên wan dadixin û ji wan re dibêjin, hûn nikarin vegerin gundên xwe.”
Ji sala 2020an vir ve, artêşa Tirk Heftanîn û hemû gundên derdorê bi kûrahiya 9 kîlometreyan dagir kiriye. Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê re, gundiyên 1192 gundên Herêma Kurdistanê hêvî dikirin ku vegerin gundên xwe û bêtirs bijîn. Lê belê, destûr nehatiye dayîn ku gundî vegerin gundên xwe û di koçberiyê de jiyana xwe didomînin.


