DBPê bi gundiyên Elkê re pevajo niqaş kir

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Elkê û Qilebanê tev li civînên gel bû û bi gel re li ser pêvajoyê û Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niqaş kir.

1 deqe xwendin
DBPê bi gundiyên Elkê re pevajo niqaş kir

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” li gundê Bêrman ê navçeya Elkê ya Şirnexê û gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê beşdarî civînên gel bû. Gundî bi girseyî beşdarî civînan bûn. 

‘Hewcehiya me bi piştgiriya gel heye’ 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li gundê Bêrmanê anî ziman ku hewcehiya wan bi piştgiriya gel a xurt heye û got: “Em ji bo ku asta pêvajo lê ye ji gelê xwe re parve bikin li vir in. Me gelek caran gelê xwe gundar kiriye, ji ber ku em hêza xwe jo gelê xwe digirin. Li ser banga Rêber Ocalan heya niha gelek gavên girîng hatin avêtin û îro gelê me aştiyek bi rûmet pêk were. Em dixwazin di axa xwe de azad û wekhev jiyan bikin, ji bo vê yekê pêwîstî pê heye ku li hember gavên me dewlet jî gav biavêje. Divê weke gel em destê Rêbertiyê xurt bikin ku di asta muzakereyan de daxwazên me li dewletê bide qebûlkirin. Ji bo vê jî hewcehiya me bi yekitî û hêza gelê me heye. Dewlet neçar e ku gavên hiqûqî ji bo pêşketina pêvajoyê biavêje.”

‘Baweriya Rêbertiyê bi gel heye’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di civîna gundê Bêrmanê de diyar kir ku siyaseta Tirkiye heya îro siyaseta mijûlkirinê pêk aniye û wiha got: “Di siyaseta Tirkiyê de gotinek heye û dibêje çareserkirina pirsgirêka Kurd di Amedê re derbas dibe. Ev gotin weke siyaset heya îro hatiye gotin. Lê îro maseyê hatiye avakirin û ev mase bi keda Rêber Abdullah Ocalan, keda gelê me hatiye avakirin. Ger baweriya Rêberê me bi jin, ciwan ê gel nebûya ev gava mezin nediavêt. Ji îro pêde kêliyek demê me nemaye ku em li benda pergalê bin. Dema me bi keda xwe ev pêvajoya bire serî weke Kurdistana bihûşt, jiyanek bihûştî li benda me ye.”

 ‘Bîrdoziya jinên kurd wê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bike’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwazin gel jî gotina xwe ji bo aştiyê bibêje û wiha domand: “Em dixwazin gelê me yê ku ked daye vê pêvajoyê gotina xwe bêje. Ji ber ku em nikarin pirsgirêka Kurd bihêlin nav destê dewlet û hikumetê. Em bi xwe xwe divê pirsgirêka xwe çareser bikin û li benda tu kesî nemînin. Îro bîrdoziya jina Kurd li tevahî cîhanê belav bûye û ev hêza jina Kurd wê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bike. Gelê Kurd di nava dîrokê de rêyek gelek dirêj meşiyaye û navek ê gelê Kurd heye. Di cîhanê de gelê Kurd bi meşa azadiyê û demokrasiyê tê nasîn. Îro vê meşê maseyek daye avakirin û li ser vî maseyî Rêber Ocalan heye.

‘Azadiya kurdan li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin’ 

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gundê Elemûnê de jî bal kişand ser azadiya gelê kurd û got: “Azadiya gelê kurd li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin. Rêber Apo hebûna gelê kurd e û dewleta Tirkiye vê yekê dizane. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan vaye 27 sal in di zindanê de di nava tecrîdê de tê girtin. Dewlet baş dizane bîrdoziya Rêbertiyê li Rojava, li Rojhilat li ser meriyetê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin azadiya Rêbertiyê azadiya gelê Kurd e.”

Banga tevlibûna mitîngê

Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî bangewaziya beşdariya mitînga ji bo azadiya Ocalan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî dawî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan û azadiya gelê Kurd tev li mitînga 28ê hezîranê ya li Amedê were lidarxistin bibin.”

Şêniyên gundan: Dê Rêberê Gelê Kurd aştiyê bîne

Welatiyên ku tev li civînan bûn jî der barê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ku aştiyê bîne vî welatî. Her wiha welatiyan diyar kirin ku dewlet û AKP ji bo gav avêtinê gelekî qels dimîne û divê dewlet rojek berî rojekî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre dê li navenda Qileban û navenda Şirnexê jî tev li civînên gel bibe.